Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser êrişên dawîn ên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê daxuyeniyek belav kir û di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk wekî "hewldana dirêjkirina temenê terorê" pênase kir.
Têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, TEV-DEM daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya TEV-DEM`ê bi vî rengî ye: "Topbarana herêmên li ser xeta sînor hewldana dirêjkirina temenê terora DAIŞ`ê û bikaranîna van teroran wekî zextekê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava ye. Her wiha hewldana şantajkirina Ewrûpa û Emerîkaye da ku tawîzan li hember rawestandina desteka Tirkiyeyê ji terorê re, bide."
QAMIŞLO