Hevserokên kantona Qamişlo Perwîn Yûsiv û Efram Îshaq êrişên şaneyên veşartî yên li dijî herêmên rizgarkirî şermezar kirin û gotin, êrişên şaneyên veşartî encama gefxwarinên dewleta Tirk in.

Têkildarî êrişên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê, hevserokên kantona Qamişlo axivîn û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku ji nû ve vegera DAIŞ’ê li dijî berjewendiyên mirovahiyê ye û divê pêşiya vê bê girtin.

‘Li dijî êrişan hişyar bin’

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusîv êriş û kiryarên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê şermezar kir û got: “Ev êrişên şaneyên veşartî li herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, bi gefên dewleta Tirk re zêde dibin. Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi van gefên dewleta Tirk re xwe nû dikin. Herêmên me ewle ne, yekser armanca van êrişan têkbirina aramiya herêmê û têkbirina sîstemê ye. Çavkaniya DAIŞ’ê û dewleta Tirk yek e. Divê gelê me li hemberî êrişên şaneyên veşartî hişyar be. Me çawa di herêmên xwe de DAIŞ têk bir, em ê bi vîna gelê xwe jî van kiryarên DAIŞ’ê têk bibin. Banga me ji raya navneteweyî re heye ku destûrê nedin nûbûn û ji nû ve vegera DAIŞ’ê.”

‘Divê piştgiriya bi çeteyan re bi dawî bibe’

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Efram Îshaq jî destnîşan kir ku nûbûna DAIŞ’ê di herêmê de li dijî berjewendiyên mirovahiyê ye û got: “Gefên dewleta Tirk û êrişên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi hev ve girêdayî ne. Ev teqînên dawîn ên li Qamişlo, Hesekê, Reqa, Dêrazor, Tirbespiyê encamên kiryarên di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de ne. Hedefa me ya esasî parastina ewlehiya herêmê ye. Kiryarên DAIŞ’ê li dijî mirovahiyê ne. Herêmên sivîl dikin hedef. Em bang li dewletan hemûyan dikin ku êrişên li ser herêmên me yên aram bidin sekinandin. Divê piştgiriya ku ji şaneyên veşartî re tê kirin, bi dawî bibe.”

 
ANHA/QAMIŞLO