Ciwan: Dewleta Tirk ne tenê şer li dijî PKK’ê dike. Şerê tevahiya gelê Kurd dike. Divê em çalakiyên xwe berfireh bikin. Mertalên zindî li herêma Bradost û cihên din jî çêkin.
Kurdistanî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê bi hêrs in. Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên li Binarê Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bûne mertalên zindî. Li Binarê Qendîlê çalakiya mertalên zindî ya ciwanên Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê di roja çaremîn de bi biryardarî dewam dike. Çalakiya mertalên zindî, çalakiyek aştiyane ye li herêmên tên bombebarankirin an jî şer lê heye, ji bo pêşî li hewldanên dagirkeriyê bigire û êrişan bide rawestandin destpê kiriye.
Çalakgerê mertalê zindî Agrîn Başûr ji bajarê Kerkûkê beşdarî çalakiyê bûye, diyar kir ku dewleta Tirk bi alîkariya hinek hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li sînorên Herêmên Parastina Medyayê dest bi operasyonê kiriye û got; “Divê gelê Kurd hest bi metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk bike. Divê gelê Kurd xwedî helwest be.”
Em vê hewildanê qebûl nakin
Agrîn Başûr bal kişand ser derewên dewleta Tirk û çapemeniya wê û got;”Pêr li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di çapemeniyê de nûçeyek hatibû weşandin. Li gorî nûçeyê leşkerên Tirk, li hin herêmên Başûr ên dagir kirine cilên pêşmergeyan li xwe dikin û bendên kontrolê datînin. Ev pêkanîna dewleta Tirk hewldana derxistina şerê birakujiyê yê di nava Kurdan de ye. Em vê hewildanê qebûl nakin û şermezar dikin.
Helwesta xwe diyar bikin
Agirîn di dawî de got: ”Cilên pêşmergeyan pîroz in, bi hezaran pêşmerge bi van cilan şehîd bûne, lewra divê li dijî van pêkanînan herkes helwest nîşan bide û ev bang kir: “Em wek çalakger naxwazin peşmerge bibin hevkarên birakujiyê. Em qebûl nakin ku PDK Û YNK di vê mijarê de hevkariya dewleta Tirk û Îranê bikin. Em wek ciwanên Başurê Kurdistanê bang li hemû malbatên şehîdan û pêşmergeyan û gelê Başur dikin ku li hemberî vê yekê helwesta xwe diyar bikin.’’
Çalakger Rêjwan Omer jî bang li hemû ciwanan kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk beşdarî çalakiya mertalên zindî bibin û got; “Dewleta Tirk ne tenê şer li dijî PKK’ê dike. Şerê tevahiya gelê Kurd dike. Divê em çalakiyên xwe berfireh bikin. Mertalên zindî li herêma Bradost û cihên din jî çêkin.”
QENDÎL/ROJNEWS