
KCD-E daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku 13’ê Mijdara 2015’an de wê weke rojeke bi êş û azar di dîroka gelê Fransayê de cih bigire. KCD-E got, „Gelê Fransayê wê vê roja bi ê ti carî ji bîr neke û yên ku ev êş pê daye kişandin, ti carî efû neke. Em êşa gelê Fransayê parve dikin û weke Kurdên li Ewropayê dijîn careke din dixwazin bêjin em li cem gelê Fransayê ne.“
Hevserokatiya KCD-E da xuyakirin ku qetilkirina 129 mirovên sivîl û bêguneh bi awayekî xwînxwarî, birîndarkirina bi sedan mirovan ne tenê ji bo gelê Fransayê ji bo tevahiya mirovahiyê karesateke mezin û êşeke gelekî giran e.
Hevserokatiya KCD-E di dewama daxuyaniya xwe de ragihand, ku li hemberî vê bûyera tirsnak a kujerên dijminê mirovahiyê, ku di serdemeke ew çend ronî ya dîrokê de xwedî ruh û wijdanekî ewçend tarî ne, ne pêkan e ku mirov bêdeng bin û ev xal destnîşan kir: „Lê belê em dixwazin vê yekê destnîşan bikin ku ji van kujeran bêhtir Tirkiye, Qatar, Erebîstana Siûdî û gelek dewlet û hêzên van çeteyan xwedî dikin, mezin dikin û çekan didin, ji vê komkujiya tirsnak berpirsyar in. Lewma girîng e bi dengekî bilind bê xwestin, ku ji van dewlet û hêzan hesap were pirsîn. Ev yek êdî pêwîstiyek e.“
‘Tirkiyeyê DAIŞ xwedî kir û bi kar anî’
Di daxuyaniyê de piştgiriya dewleta Tirk û AKP’ê ya ji bo DAIŞ‘ê û kirinên li dij gelê Kurd û demokratên Tirkiyeyê hatine kirin jî wiha hatin rave kirin: „ Belê, yên ku van kujeran, keriyê kujeran, mehlûqên hov û vampîran xwedî dikin dewleta Tirk û berpirsyarê sereke Recep Tayyîp Erdogan e. Tirkiyeyê di destpêkê de xwedî kir, dûre mezin kir, piştre li hemberî gelê Kurd li Rojava, Pirsûs, Amed, Enqere û Kobanê da êrîşkirin. Niha jî di berdêla hin tawîzan de bi PKK; PYD, hin tevgerên demokrat, rewşenbîr û welatparêz re di heman astê de dinirxîne û dixwaze li qada navneteweyî bike mijara bazarê.
Di destpêkê de xwedî bike, dûre li dijî Kurdan bi kar bîne, niha jî di asta navneteweyî de bi PKK-PYD’ê re di kategoriya ‘terorîst’ de bike mijara bazariyê. Êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku siyaseta ‘bi kevirekî re kuştina du çûkan’ taktîkeke klasîk a Tirk e.“
‘Divê li Laheyê were darizandin’
Di daxuyaniya KCD-E de hate ragihandin ku berpirseke tevkujiya li Parîsê jî dewleta Tirk e û ev agahî hatin parve kirin: „Xwedîkirina rêxistinên terorîst û bi dewletê navneteweyî re bazarkirina wan, bûye polîtîkaya esasî ya dewleta Tirk. Xwedîkirina DAIŞ‘ê û gihandina asta rêxistineke terorîst a dijminê mirovahiyê, encameke vê polîtîkayê ye. Lewma berpirsyarê vê komkujiya ku di 13’ê Mijdarê de li hemberî gelê Fransayê hat kirin û rê li ber qetilkirina bi sedan sivîl û mirovên bêguneh vekir, di heman demê de dewleta Tirk e.
Lewma dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de li hemberî gelê Fransayê jî sûcê şer kiriye, lewma dewleteke sûcdar e ku divê li Dîwana Edaletê ya navneteweyî bê darizandin. Bi kurtasî dewleta Tirk sûcdar e. Di rewşeke ku destê xwe ketiye xwîna bi sedan mirovan de ye. Ji xwîna bi sedan mirovên li Fransayê hatin qetilkirin, di asta sereke de berpirsyar e. Dewleteke terorîst e ku divê were darizandin û hesap jê bê pirsîn.
Em careke din êşa gelê Fransayê parve dikin û dibêjin ku ji bo gelê Fransayê, gelê Kurd û gelên din êşeke din a bi heman rengî nejîn, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ ên kujer bidomînin.“
NAVENDA NÛÇEYAN
Kurdan qurbaniyên Parîsê bibîr anîn
Nûnerên Saziyên Kurdan bi destegulên reş li ber salona konserê ya Bataclan bûn, ku di êrîşa li Parîsê de herî zêde mirovan li vê derê jiyana xwe ji dest dan. Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê, bi îmzeya Komîteya Azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan du destegulên reş danî ber bendên li pêşiya salona konserê.
Tevî rêveberên Navendên Civaka Demokratîk ên li Evry, Parîs, Normandiya, Vîlleneûve, Vîllîers Le Bel nûnerên saziyên Kurdan û nûnerên Tevgera Jinên Kurd di merasîma bîranînê de amade bûn.
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Nûrsel Kiliç sersaxî ji civaka Fransayê û hemû gelên li Fransayê dijîn re xwest û banga deqeyeke rêzgirtinê kir. Di merasîma ku çapemeniyê jî eleqeyeke mezin nîşan da de, qisekeran dan xuyakirin ku ew li cem gelê Kurd in.
Kurdistaniyên hatin ber Bataclanê jî, kulîlk danîn ber bendan û bi findan navê Kobanê nivîsandin. Kurdistaniyan kaxizên ji peyamên „gelên Kurd û Fransa li dijî DAIŞ’ê bi hev re têbikoşin“ „YPJ, YPG li cem gelê Fransayê ye, sersaxiyê dixwaze“, „Gelê Kurd li cem we ye“, tevî kulîlkan danîn ber bendan û find pêxistin.
ANF/PARÎS
Sînor e, kefgir e ne diyar e
Piştî êrîşên terorîstî yên li Parîsê gelek nûçeyên ku li aliyekî xemsariya rayedaran radixin berçavan, li aliyê din jî îşaret bi rola Tirkiyeyê dikin, di çapemeniya Franseyê de belav dibin. Yek ji êrîşkarên Bataclanê Samy Amimour bû û derket holê ku Amimour piştî ku sala 2014´an tevlî nav refên DAIŞ´ê bû, bavê wî çûye lêgeriyaye, û xwestiye wî vegerîna malê.
Ev hewldana bavê terorîstî hingê bi guhertina nav di çapemeniya Fransî de cihê xwe girtiye. Rojnameya Le Monde vê yekê bi bîr dixe, agahiyên hingê yên ku bav dide careke din parve dike. Di wir de ya herî balkêş ew e ku bav dibêje, ew di sînorê Tirkiye û DAIŞ´ê re bi hêsanî derbas bûye, hem di çûnê û hem di vegerê de rastî ti astengiyan nehatiye. Bi ser de jî li Franseyê jî kesî ji wî nepirsiye ka çûye çi, çi kiriye, çawa wisa bi hêsanî vegeriyaye. Le Monde îşaret bi van yekan dike, lê di nûçeyê de li xemsariya rayedaran û hevkariya Tirkiye û DAIŞ´ê zêde nakole.
Bi herhalî agahiyên derketî holê, belgeyên bi destketî careke din dewra Tirkiyeyê radixin berçavan û heta di çavên mirovî re dibin. Ya halê hazir nediyar ew e ka rayedarên Fransî wê li beramberî vê rewşê tedbîrên çawa bigirin û di şerê li dijî DAIŞ´ê de bibin xwedî helwêsteke çawa.
PARÎS