
Sazî û partiyên çar parçeyên Kurdistanê komkujiya Kobanê bi tundî şermezar kirin û destnîşan kirin ku di vê komkujiyê de qasî DAIŞ’ê, AKP û dewlete Tirk jî berpirsyar e.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, der barê êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li hemberî Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Çeteyên faşîst ên li hemberî YPG û YPJ’ê her têk diçin, di meha pîroz a Remezanê de bi qetilkirina gelê sivîl ê Kobanê re xwestine rovanşa vê têkoşîna xwe werbigirin. Ev êrîş nîşan didin bê çeteyên faşîst çiqasî tengav bûne. Ev çeteyên li dijî mirovahiyê yên êrîşî gelê sivîl dikin, gelê sivîl rehîn digirin, wê hesabê van êrîşan mutleq bidin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku ji êrîşên li hemberî Kobanê, hemû dewlet û hêzên siyasî yên destekê didin DAIŞ‘ê berpirsyar in û got, “Di serî de dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê berpirsyar in. Yên van êrîşan teşwîq dikin û normal nîşan didin, yên dibêjin ‘PYD ji DAIŞ’ê xeteretir e’. Wekhevnîşandana YPG/YPJ a gelê xwe diparêze û çeteyeke faşîst a êrîşî her kesê ne ji xwe dike, karaktera dewleta Tirk û asta dijminatiya li Şoreşa Rojava nîşan dide. Di rewşeke ku hînê gotina ‘PYD ji DAIŞ’ê xeteretir e’ di hişê mirovan de ye de, veşartina hêzên li pişt van êrîşan, ne pêkan e.”
KCK bilêv kir ku hetta dewleta Tirk dijminahiya li dijî şoreşa Rojava bernede, wê bi rêxistinên dijminê mirovahiyê yên wekê DAIŞ, El Nusra û yên din re bikeve nava hevkariyê û sûc bike.
‘Hesab wê bê pirsîn’
Daxuyaniya KCK bi vî rengî dewam kir:” Divê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bi gotinên Erdogan, AKP’ê û çapemeniya alîgir bawer neke. Divê bertekên xwe yên demokratîk li dijî komkujiya Kobanê deynin holê. Divê hevkariya sûc a hikûmeta AKP’ê ya di van êrîşan de protesto bike.”
KCK diyar kir ku bila hemû gelên cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê zanibin, ku keç û xortên fedaî yên gelê wan yên ji bo azadiyê têdikoş in, wê mutleq hesabê vê komkujiyê bipirsin û wiha pê de çû:” Ti kes wê nekaribe îradeya jiyana demokratîk û azad a gelê me bişikîne. Şoreşgerên Rojava jî bi têkoşîna xwe ya destanî wê Kurdistanê azad bikin û Sûriyeyê demokratîk bikin. Wê bersiva herî baş bidin çeteyên faşîzan û destekvanên wan. Bîranînên şehîdan wê bi jiyana azad û demokratîk bê tacîdarkirin.”
KJK: Hevpariya serviskirina komkujyê ji alî çapemeniya Tirk û Başûr balkêş e
Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê bi nefret şermezar kir. KJK bibîr xist ku çeteyên DAIŞ‘ê yên nikarîn xwe li azadkirina Girê Spî û tevlîkirina bajêr li nava sîstema xweseriya demokratîk a gelên Rojava rabigirin, bi êrîşeke vekirî re xwestin tola têkçûna xwe ya mezin, hildin.
KJK balê kişand hevpariya serviskirina komkujiyê ji alî çapemeniya Tirk û wiha pê de çû: “Di vê êrîşê de nuqteya herî balkêş ew e, ku medya ser bi dewleta hikûmeta AKP’ê, ji saetên destpêkê yên êrîşê û pê ve îdîa kirin ku çete ji Cerablûsê derbasî Kobanê bûne û hewl dan AKP’ê mafdar nîşan bidin. Divê AKP zanibe ku encamên vê tifaqa qirêj wê gelekî giran be. Eger bawer dike ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi teqandina bombeyan li Amed, Kobanê, Qamişlo bê astengkirin, hingî xwe dixapîne.”
KNK: Ji serkeftina gelê Kurd bêzar in
Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî êrîşên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobanê pêk anî de daxuyaniyek da û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku biçin alîkariya Kobanê.
Daxuyaniya KNK’ê de hat destnşînkirin ku bûyera pêr rûdayî li Kobaniyê divê ji aliyê Kurd û Kurdistaniyan ve sivik neyê girtin û wiha dewam kir:” Ber û piştên vê êrîşê gelek cidî bên xwendin û analîz kirin. Divê polîtîkayeke yekgirtî ya neteweyî û niştimanî bê tesbîtkirin. Ev êrîşên hovane bi eniyek herî fireh a navxweyî bêne betalkirin. Planê dagirkeran, bi taybetî ya Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê xirab e. Her serketina gelê me li Rojavaya Kurdistanê, her vegirtina axa welat, herî zêde dewleta Tirk nerehet dike.”
Kurdistanî divê ji ber van êrîşan welat, cih û warê xwe terk nekin.”
KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû Kurdan kir ku biçin alîkariya Kobanê û got: “Em ji bo kesên di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane ji malbat û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”
Divê gel destê xwe bidin hev
Koordînasyona Giştî ya Serokatiya Meclîsên Rêveber ên Kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê di daxuyaniya xwe de ji malbatên qurbaniyên vê hovîtiyê re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xêrê hate xwest û got: “Em ji hêzên rikeberiya Suriyeyê, ango koalîsyonê dixwazin ku helwesta xwe ji van gunebariyên li hemberî sivîlan bidin xuyakirin. Em bang gelê xwe yê leheng jî dikin ku bi yekrêzî li dijî vê terora DAIŞ’ê derkevin.”
Hevserokên Tevgera Azadî Mihemed Abdullah û Şîlan Şakir derbarê êrişa çeteyên DAIŞ‘ê ya li dijî Kobanê daxuyaniyek nivîskî belav kirin û hat ragihandin ku tişta rûdide, encama serkeftinên yek li pey yek ên rojavayê Kurdistanê û serkeftina HDPê ya li Tirkiyê ye. Vê yekê jî hemû dijmin û dagirkerên Kurdistanê dilgiran kiriye.
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) jî daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku têkoşîna gelên Mezopotamya û Anatoliyayê ya ji bo avakirina jiyaneke nû, bi awayekî serketî bi pêş ve diçe û planên hêzên paşverû jî pûç dibin, lewma êrîşên hovane zêde dibin.
MUB’ê da xuyakirin ku divê ji ber vê yekê gelên Rojhilata Navîn destê xwe bidin hev, berxwedaneke mezin a herî dîrokî nîşan bidin û pêşerojeke hevpar hedef bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN