M. ZAHÎT EKÎNCÎ/ HAMBURG

Jina Êzîdî Xezal Yalti, zewicî ye û 3 zarokên wê hene. ev qederê 40 salan e ku li bajarê Elmanyayê Celleyê dimîne. Ev salek e ku ew hevseorka NCDK´ya Celleyê ye. Ew dibêje, tevî zêhniyeta mêr tê de desthilatdar jî, ew hewl dide wezîfeya xwe bi xweşikî bike. Ew gelekî îhtîmamê dide boykotkirina tûrîzm û malên Tirkî û dibêje, “Bi zêrên em dikirin, em dewleta Tirk zengîn mekin!”

Xezal ji devera Bişêrî ya Batmanê ye, û li gundê Hecrê hatiye dinê. Malbata wê ew hîna zarok ji ber zextan koçberî Elmanyayê bûye. Lê ev ne bi hesanî bûye, lewma dêûbavê wê yên xwe gihandî Elmanyayê diviyabû pasaportê ji wê re bidin derxistin û kalikê wê yê ku ji bo vî karî diçe walîtiyê, ji ber ku bi kurdî dipeyive tê qewirandin. Axir bi mezinkirina temenê wê, wê dibin Elmanyayê, lê ji ber ku temenê wê mezinkirî ye, nikare biçe dibistanê. ew hîna 16 salî jî dizewice. Ji ber ku mala wan a Celleyê nêzî komeleya Kurdan bûye, wê ev komele weke mala xwe dîtiye û gelek şoreşgerên Kurd li vir nas kirine.

Ew dibêje, “Bi naskirina têkoşînê re min xwe kişf kir, nas kir. hingê hevaltî germ û xurttir bû. Cîrantî û merivantî jî. Her kes bi hewara kesên din ve ji dil û can diçû.”

Boykot muhim e

Xezal Yalti, gelekî îhtîmamê dide bi boykotkirina tûrîzm û malên Tirkî. Ew li ser meselê wiha bang li Kurdên li Ewrûpayê û nexaism jî Êzîdiyan dike: “Şerekî mezin li welatê me heye. Gelek mirov dibêjin, bila bela xwe li min nede xem nake. Şerê li Kurdistanê çarenûsa me hemûyan diyar dike. Nabe ku em xemsar bin. Kompanyaya boykotê geveke muhim e. Gelek malbatên Êzîdî gava zarokên xwe didin zewicandin, diçin ji zêrkerên Tirk bi buhayê 40-50 hezar euroyî zêr û xişirên ji zêr dikirin. Heta hin malbat diçin Tirkiyeyê û li wir lazimiyên xwe dikirin. Bi destê xwe yan jî ne bi destê xwe dibin şirîkê şer. Jixwe, weke prensîp ev bi salan e ku ez malên Tirkî boykot dikim. Bi ya min exlaqî û insanî ev ne rast e. Divê miletê me hestyar be. Ji bilî vê ya rastî divê mirov li rêzefilmên Tirkan jî temaşe nekin. Divê em kanalên Tirkî nehewînin li nava mala xwe. Wekî din axaftina bi zimanê dayikê û hînkirina zarokan jî parçeyek ji vê kampanyayê ye.”