Komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Til Rifatê 2´yê kanûnê kir, bi çalakiyan li Elmanya, Holanda, Yewnanîstan, Fransa û Swîsreyê hat protestokirin.
Li bajarê Elmanyayê Wuppertalê Meclîsa Jinê ya Viyan pêr êvarî li ber Gara Navendî çalakiyek kir. Gel pankarteke mezin ya li ser hatibû nivîsandin “Rojava tevahiya mirovatiyê diparêze” hilgirtibû. Wêneyên zarokênm şehîd kirî û alayên YPG, YPJ û TJKE hatin hilgirtin. Di nava wêneyan de yê ku li ser hatibû nivîsandin ‘Ne wêneyên zarokên kuştî, frotina çekan qedexe bikin’ bal kişand ser xwe.
Li ber UNICEF´ê jî çalakî
Li bajarê Kolnê jî li ber avahiya navendî ya UNICEF’ê ya Elmanyayê komkujî hate protestokirin. Meclîsa Jinê ya Viyan ya Kolnê çalakî organîze kir. Li ser wêneyêîn şehîdan li vir her wiha hatibû nivîsîn “Erdogan kujerê zarokan” û “Li Rojava zarok dimirin”. Çalakgeran rayedarên UNICEF’ê jî agahdar kirin.
Li bajarê Elmanyayê Osnabruckê çalakiyek ji bo protestokirina komkujiyê hate kirin. Li bajarê Elmanyayê Hagenê jî Kurdistanî û dostên wan li Gara Navendî ya Metroyê hatin gel hev û pankarta “Erdogan kujerê zarokan” hilgirtin.
Li bajarê Elmanyayê Duisburgê komkujî bi çalakiyekê hat protestokirin. Banga hişyariyê li raya giştî a cîhanê hate kirin û sloganên “TC ji Rojava bicehime” û “Erdoganê kujer” hatin gotin.
Li firrînê qedexe bikin
Li bajarê Elmanyayê Bremenê jî çalakî li Bahanhof Vor Platzê pêk hat. Pankarta li ser nivîsandî “Bila li Rojava herêmekî li firînê qedexe bê ragihandin” hate hilgirtin.
Li paytexta Elmanyayê Berlînê komkujiya dewleta Tirk li Til Rifatê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de wêneyên zarokên şehîd hatin hilgirtin. Qisekeran bêdengiya li pêşberî komkujiyê rûreş kir.
Li bajarê Elmanyayê Mannheimê bi komî qetilkirina zarokan bi destê dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Li Stuttgartê jî çalakî hebû û xelk bi belavokan di biwara sûcên şer ên dewleta Tirk de hat agahdarkirin.
Qetlîama zarokên li Til Rifat a Şehbayê li bajarê Elmanyayê Hildesheimê bi mîtîngekê hate şermezarkirin. Berdevka Komîna Jinan a Şehîd Meryem li vir got, “Em ê hesabê hemû komkujiya ji wan pirsbikin”.
Li bajarê bakurê Elmanyayê Kielê jî çalakiyeke şermezarkirinê pêk hat. Çalakgeran wêneyên şervanê înternasyonalîst Andok Cotkar û siyasetvana Kurd Hevrîn Xelef jî hildan û li dijî dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk dirûşm gotin.
Ji Swîsre heta bi Yewnanistanê
Li bajarê Swîsreyê Zurichê li Rathausbruckeyê ku Parlamena Kantonê lê ye, bi çalakiyekê bi komî kuştina zarokan hat rûreşkirin û bêdengiya beramberî wê rûreş kir.
Li bajarê Swîsreyê Bernê Kurdistanî û dostên wan li Helvetiaplatzê kom bûn û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin.
Li du bajarên din ên Swîsreyê Basel û Luzernê jî Kurdistanî tevî dostên xwe komkujî û bêdengiya navneteweyî jî rûreş kir.
Li bajarê Fransayê Marsîlyayê li pêşiya Nûnertiya Parlamena Ewrûpayê mîtîngek pêk hat û komkujiya ku dewleta Tirk li Til Rifatê li dijî zarokan kir hate şermezarkirin. Kurdistanî bi banga Meclîsa Jinê ya Amara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li meydana Sergelstorg a paytexta Swêdê Stockholmê kom bûn û wan komkujiya dewleta Tirk şermezar kir.
Li bajarê Swêdê Orebroyê jî çalakî li navenda bajêr pêk hat û wêneyên sivîlên li Til Rifatê hatine qetilkirin hatin nîşandan.
Li bajarê Holandayê Den Haagê jî li pêşiya Parlamena Holandayê çalakiyek hebû. Li bajarê Yewnanistanê Lavrioyê jî meşek pêk hat û qetilkirina zarokan hate şermezarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN