‘Operasyon berê hatiye plankirin’
Di raporê de hate destnîşankirin ku welatiyên sivîl ên gihiştin herêmê cenazeyê Cezmî Buda û Cenap Îlboga yê birîndar û leşkerên birîndar ji herêmê anîn û bi xwe gihandin nexweşxaneyan û wiha hate gotin: “Bi vê yêkê birîndarên ji mirinê re hatin hiştin xilas kirin. Wêne û dîmenên di vê mijarê de ci çapemeniyê de cih girtin.” Çavdêriyên heyetê di raporê de wiha cih girtin: “Hêzên leşkeran di şeva 10’ê Nîsanê de li herêm berî qada mihrîcanê bi hinceta ‘PKK’î hene’ operasyon dan destpêkirin û pevçûn derket di pevçûna roja din jî berdewam kir de PKK’iyekî jiyana xwe ji dest da û gelek leşker jî birîndar bûn. Di serî de daxuyaniyên Serokomar û rayedarên hikûmetê yên ‘PKK’ê ji bo di hilbijartinan de li ser gel zextan pêk bîne û wida dengan bide’ rastiyê venabêje. Ji ber ku hêj gel neçuye qada mihrîcanê pevçûnê dest pê kir û ji xwe çûna gel a herêma pevçûnê hatiye astengkirin. Îdîaya gelê neçûye qada mihrîcanê propaganda hate kirin hemû bêbingeh û derew in. Di hevdîtinên me kirin de detayekî din a me dîtin jî wisa ye: Li gundên cerdevanan ên nêzî qada mihrîcanê çend roj berê yekîneyên leşkeran lê hatin cihkirin û agahiya operayon ji gundên cerdevanan re derbas bûn pêk hat gihişte me. Tê fêmkirin ku amadekariyên operasyonê çend roj berê hatine kirin.”
‘Walî ji provokasyonê re zemîn amade kir’
Di raporê de berpirsiyara Waliyê Agiriyê ya di bûyerê de hate vegotin û ji bo endamên Lijeneya Çareseriyê li heremê lêkolînan bikin bang hate kirin û di berdewamiya raporê de wiha hat gotin: “Waliyê Agiriyê de destpêka bûyerê de heya dawiyê di nava bûyerê de cih girt û ji provokasyonê re zemîn amade kir.Pêvajoya muzakere û aştiyê ewqas bi qîmet e ku ji hilbijartinê re nayê hebakirin. Ji bo pêvajo bi awayekî ewle pêş bikev, pêşiya provokasyonan bê girtin, pêşiya îhlalkirin agirbestê û hemû bûyerên din ên qetilkirina sîvîlan bêgirtin di her astê de lêpirsînê bê vekirin û di serî de Waliyê Agiriyê hemû berpirsiyar bên derxistin. Em careke din di serî de bang li Serokwezîr, endamên Lijneya Çareseriyê, rayedarên Hikûmetê, rêxistinên sivîl ên civakî û hemû derdorên bi baldar dikin ku biçin herêmê û li cihê bûyerê lêkolînan bikin, tiştên pêk hatin ji şahid û gel guhdar bikin û pişt re pêvajoya hiqûqî û îdarî bidin destpêkirin dikin. Divê hikûmet demildest dest ji pêkanînên agirbestê binpê dike berde û li hemberî pêvajoya çareseriyê gavên pêvîst bavêje.”
DÎHA/ENQERE