Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan jî doh di serdegirtina malê de hat binçavkirin.

Piştî ku pêr Hevşaredarên Hezexê Mehmet Muhdî Aslan û Nevîn Girasun ku girtî ye ji peywirê hatin dûrxistin, doh qeymeqamê Hexezê Ersîn Tepelî wekî qeyûm hat tayînkirin û ser mala Hevşaredarê navçeya Hezaxa Şirnexê Mehmet Muhdî Aslan de girtin û binçavkirin. Aslna ku bi îdîaya “Endamê Rêxistinê ye” hat binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.


Li Wanê şareder jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin

Her wiha di operasyona qirkirina siyasî ya li Wanê de di nava wan de Hevşaredara Seravê Zîlan Aldatmaz jî heye 8 kes hatin binçavkirin. 


ŞIRNEX