Li Edeneyê, hunermendê NÇM û solîstê Koma Pelê, Îlyas Arzu yê rastî cezayê hepsa malê hat, got, ew li malê hatiye hepskirin, lê ew ê xebatên xwe yên ders dayîna zarokan bidomîne.

Hunermendê NÇM’ê û solîstê Koma Pelê, Îlyas Arzû di 5’ê Mijdarê de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, piştî 9 rojên binçavkirinê rastî cezayê hepsa malê hatibû. Arzû yê ev mehek e ji ber cezayê hepsê nikare ji malê derkeve, xebatên xwe yên hunerî yên nîvçe mayî, niha li malê didomîne. Zarokên li NÇM’ê dersên deng û enstrumanan didîtin, piştî ku deriyê NÇM’ê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat mohrkirin, niha Arzû deriyê xwe li wan vekiriye û got, ew ê li maleke 200 metrekareyî dersê bide zarokên ji dersên xwe mayî. 

‘Ji bo xebatan ne asteng e’ 

Arzû ragihand ku beriya NÇM bê girtin, wî ders dida 25 şagirtan û diyar kir ku, niha jî ew tevî 25 şagirtan li malê xwebatên xwe didomîne. Arzû ragihand ku ji girtîgehê tenê cidahiya wê ew e ku, li malê bi zarokan re tê gel hev û dersên xwe yên nîvçemayî didomînin û bal kişand ser divêtiya têkoşîna li her warî. Arzû destnîşan kir ku ew ê wek hunermendekî Kurd, li dijî van çewisandin û gefxwarinan li qada xwe xebatên xwe bidomîne û wiha peyivî: “Xebatên min ên klîbê hene. Xebatên me yên klîbê yên bi zarokan re hene û ez ê van hemûyan di nav van çar dîwaran de bikim. Ji bo me, saziyên hatine girtin, xebatên wan ranewestiyane an jî neqediyane. Bi hemû lez û bezê em xebatên xwe didomînin.” 

‘Dewletê tehemulî vê jî nekir’ 

Arzû bal kişand ser pêvajoya girtina saziya wan û got: “Ji bo kêliyek be jî em li dijî bişavtinê rawestin, me saziyên xwe yî wek NÇM’ê ava kirin. Lê belê, dewletê tehemulî vê jî nekir û saziyên bi zor û heft bela me vekirî digire.” Arzû got, “Em dixwazin nifşekî ku hay ji çand û hunera xwe hebe bigihînin” û destnîşan kir ku dewlet dixwaze rê li ber xebatên wan bigire, lê belê ew ê jî li dijî vê têbikoşin. 

‘Cihê çand û hunerê ne nav çar dîwaran e’ 

Arzû anî ziman ku piştî avahiya wan hat mohrkirin, wan xebatên xwe di nav gel de domandine û wiha axivî: “A rast, cihê çand û hunerê ne nav çar dîwaran e. Cihê hunerê, li nav gel e. Divê em jî, vê hunera ji kesên wek Hozan Serhad, Hogir, Mizgînê ji me re mîrate maye, belav bikin û bigihînin gel.” 


 EDENE