
Êvara 15’ê Tîrmehê komek leşker û fermandarên di nava Artêşa Tirk hewl dan derbeyeke eskerî çêbikin. Dest danîn ser televîzyona dewletê TRT û daxuyaniya xwe li wir dan xwendin. Dûre di navbera leşkerên derbekar û leşkerên din û polîsan de şer derket. di encama şer de ji her dû aliyan 266 kes hatin kuştin û 1450 birîndar bûn. Hikûmeta AKP li gel hewldana darbeyê sonda paqijkirinê xwar û derbarê kesên ku ne gorî dilê wan ên li eskeriyê û dadgeriyê de biryara girtinê derxist. Heta niha li gelek bajaran hezaran serleşker û sedan dozger û dadger hatine girtin.
Partiyên siyasî ên di nav meclîsa Tirkiyeyê de bi helwesteke hevpar nerazîbûnên xwe li dijîl hewldana darbeyê nîşan dan. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, hewldana darbeyeke leşkerî, ku hê nasname û armancên wê nediyar e, pêk hatiye û got, “Balkêş e, di van rojên ku tê gotin Tayyîp Erdogan wê di civîna şûra leşkerî de generalên nêzî xwe li qedemeya fermandariyê bi cih bike, ev hewldan hatiye kirin. Aliyekî din ê vê darbeyê jî ew e, ku di demeke nîqaşên berfireh li ser polîtîkaya derve ya desthilatdariya AKP’ê ya faşîst tê kirin de, pêk hatiye.”
15 Tîrmehê di dîroka Tirkiyeyê de bû rûpelek nû. Hin leşker û serleşkerên Tirk li Balafirgeha Stenbolê gelek tang bi cîh kirin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ji bo kanala TV ya A Haberê axivî û wiha got: “Ev hewldanek derbeyê ye, em destûrê nadin vê. Em destûr nadin van beredayiyan. Emê dersa bidin van kesên çekên dewletê bikar tînin. Bila hemwelatiyên me hişyar bin, hewce bike wekî hemwelatî emê dakevin û dersa van bidin.”
Di saet derûdora 23: 45´an de koma hewl da darbeyê bike, di kanala TRT´ê de daxuyaniya li ser navê “ Yurtta Sulh Konseyî” (Konseya aşitiyê ya Cîhanê) hat xwendin. Di daxuyaiyê de wiha dihat gotin: “Me dest daniye ser rêveberiya welat. Ji niha û pêde rêveberî di destê artêşê de ye. Têkiliyên me yên bi welatên din re bi heman awayî wê bidome.
Daxuyaniya xwe li TRT dan xwendin
TSK’ê wiha got: “Ji bo em pergala zagona bingehîn, demokrasî, mafên mirovan û azadiyan careke din saz bikin, ji bo careke din serdestiya hiqûqê ya welat saz bibe; asayîşa xira bûye çêbibe me dest daniye ser rêveberiya welat. Hemû peymanên navneteweyî û teahudên me derbas dibin. Wê hemû têkiliyên me yên ligel welatên derve bidomin.”
Otela ku Erdogan lêbû pevçûn derket
Piştî vê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Fîkrî Işik: Daxuyaniya ku di TRT’ê de hatiye xwendin korsan e. Nîvê şevê jî Serokomarê Tirk Erdogan di televîzyonên Tirk CNNê de axivî û wiha got: “Komek biçûk li nav Artêşa me mixabin hewldane, ev aîdê kî ne em dizanin, miletê me wê bersivê bide. Tang, top, helîkopterê gel bikar tînin. Gel wê bersiva van bide. Di vê meydanê bo wan nahêlin. Ev dagirkirina ku kirine di wê di demeke kurt de ji holê rakin. Kes nikare vê bi biryariya me biceribîne. Miletê me bila derkeve meydanên me, balafirgehan. Ev kom çi dikare bike bila bike. “
Saet 2´ê şevê jî di saetek de sê caran meclis hat bombekirin. CNNTurkê got di bombekirina meclisê de 2 jê bi giranî 12 birîndar hene. Şefeqa sibê jî Serdozgeriya Golbaşi ragihand ku li Enqereyê 47 kes mirine, ji van 17 kes polîs in. Saet 6´ê sibê jî li Otela ku Erdogan lêbû pevçûn derket, polîsek mir.
Sera sibê zû jî leşkerên ku Pira Bogazîçî girtibûn teslîm bûn. Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bozdag: Niha li her derê lêpirsîn dest pê kir. Binçavkirin didomin. Heta niha 336 kes hatine binçavkirin. Saet 07.45jî Ajansa Anadolû ragihand ku li temamê Tirkiyeyê 754 endamên Artêşê hatin binçavkirin.
ENQERE
Hewldana darbê kêrî AKP´ê hat
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag têkîldarî lêpirsîna ku hatiye destpêkirin diyar kir ku heta niha nêzî 6 hezar kes hatine binçavkirin û ev hejmar wê zêdetir bibe. Bekîr Bozdag piştî hewldana darbeyê têkîldarî lêpirsîn û binçavkirinan daxuyanî da. Bozdag diyar kir, operasyonên binçavkirinê didome û wiha got: “Heta niha nêzî 6 hezar kes hatine binçavkirin. Ev ê 6 hezarî derbas jî bike. Têkîldarî vê wê pêvajoya edlî jî berdewam bike.”
Di çarçoveya hewldana darbeyê de li Tirkiyeyê der barê 2 hezar û 745 dadger û dozger de biryara binçavkirinê hate dayîn. Her wiha Rejîma AKP operasyona li hemberî artêşê ya piştî hewldana darbeyê didomîne. Di nava kesên hatine binçavkirin de, fermandarên leşkerî yên li li bajarên Kurdistanê operasyon dimeşandin jî hene.
Lêpirsîna piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê xwe gihand Daniştay, Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bilind jî, der heqê 2 hezar û 245 dadger û dozgerên edlî, îdarî de biryara binçavkirinê hate derxistin. Danê êvarî jî der bare 140 endamên Dadgeha Bilind û 48 endamên Daniştayê biryara girtinê hatibû derxistin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna “rêxistinbûyîna paralel” de biryar da 140 endamên Dadgeha Bilind û 48 endamên Dadgeha Şêwirmendiyê bên binçavkirin. Li gelek bajaran gelek endamên dadgeriyê hatin binçavkirin. HSYK jî karê 2 hezar 745 dadgeran sekinandibû.
Pênc malperên muxalîf hatin girtin
Piştî ku helwdana derbeya leşkerî hat şikênandin duh êvarê pênc malperên kesên muxalif ku ne alîgirên cemaetê ne jî hatin girtin. Ji van malperên Medyascope, Gazeteport, Rotahaber, ABC Gazetesi û Karşi Gazete bi biryara dadgehê hatin girtin.
Gerînendeyê Weşanê yê Medyascope Ruşen Çakir nivîsa xwe ya di malperê de ji ser Twitterê weşand û got ku hûn dikarin VPN bikar bîne. Çakir ev salek e ji ser Medyascope re weşanê dike, kesên muxalif, demokrat derdixe weşanê. Berî hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an Çakir Hevserokê HDP’ê Selahattin Demirtaş jî kiribû mêvanê xwe.
Gerînendeyê Weşanê yê Gazeteportê Mustafa Hoş ji ser Twitterê re qedexeya li ser Gazeteportê ragihand û got, ew niha lêkolînê dikin kê/kê çima wisa kiriye.
Gerînendeyê Rojnameya ABC Merdan Yanardag jî ji bo astengiya malperê got: “Ev yek êrişa li ser azadiya çapemeniyê ye û derbeyek nû ya paşverû ye.”