Malpera Global Research a Kanadayî, di nava wan de dewleta Tirk, Siûdî û Brîtanya jî navê 7 dewletên di qeyran û felaketa siyasî û insanî ya Sûriyê de ji aktorên sereke ne dike rêz. Jixwe di rojnameya me de doh hatibû aşkerekirin ku Tirkiyeyê balefir jî firotina DAIŞ´ê.

Malpera Global Reseach di raporeke xwe de wêneyên Anfograf ku nivîskarê Emerîkayî  Tim Anderson ji bo pirtûkeke xwe amade kiriye, weşand. Ev pirtûk bi navê “Li Sûriyeyê şerê qirêj” tê amadekirin. Di pirtûkê de behsa dewletên ku piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê dikin û rêbazên desteka wan diyar dibe. Li gorî ku hatiye zanîn di vê de tê gotin ku Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qeter, Îsraîl, Birîtanya, Fransa, Emerîka piştgiriyê didin DAIŞ’ê.


Dewra Tirkiyeyê

Tirkiyê rê daye çekdar û çeteyan da ku derbasî Sûriyeyê bibin. Çeteyan Tirkiye wekî korîdorekê bi kar aniye. Tirkiye, Cebhet El-Nusra (Şaxê El-Qayîde) bi hevkariya Erebistana Siûdî ava kiriye. Sala 2015’an Ceyş El-Fetih birêve biriye da ku êrîşî bakûrê Sûriyeyê bike (Rojava), gelek fermandar li gel xwe hewandine, ji çeteyên DAIŞ’ê petrol kiriye û alîkariya tenduristiyê daye wan.


 NAVENDA NÛÇEYAN