Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Piştî ku 10 roj qediyan, komên duyemîn çalakî dewr girtin.

Malbat û parêzerên girtiyan li ser hin girtîgehên ku greva birçîbûnê lê heye, ev agahiyên li jêr dan:

Li Izmîrê 35 kes di grevê de ne

Girtiyên siyasî yên li Hepsa Tîpa F a Hejmara 1 û 2 ya Kiriklarê, bi 3 kesan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî 10 rojan, koma duyemîn grev dewr girt. Koma nû ji Îshak Dayan, Têkoşer Tûrgût û A.Kadîr Akdogan pêk tê.

Li Hepsa Jinan a Şakranê, li 4 qawîşên girtiyên siyasî yên jin lê dimînin, 4 kes di greva birçîbûnê de ne.

Ji 18 girtiyên siyasî yên li Hepsa Tîpa T Hejmara 3'an a Şakranê, 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir.

Li Hepsa Tîpa T Hejmar 2 ya Şakranê, 10 kesan dest bi greva birçîbûnê kir.

Li Hepsa Tîpa T Hejmar 4 a Şakranê, Yûsûf Ozdemîr, Erkan Tamîr, Nebî Dagtekîn, Sadri Alabalik û Vahadettîn Bûdak greva birçîbûnê dewr girt.

Li Hepsa Tîpa T a Menemenê 3 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ji 50 girtiyên siyasî yên li 3 qawîşên Girtîgeha Odemîşê, tevî Ahmet Başboga yê ku 26 sal in di girtîgehê de ye, Ferhat Çelebî, Abdulvehap Aydemîr û Abdûrrahman Sîlînsîn dest bi greva birçîbûnê kiri.

Li Balikesîrê radyo desteser kirin

Li Hepsa Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê, ji her qawîşê 6 kesan dest bi greva birçîbûnê kir. Parêzeran da zanîn ku piştî çalakiyê, rêveberiya hepsê dest daniye ser radyoyên girtiyan. Hate gotin, bi destpêkirina greva birçîbûnê re sixêf, heqaret û lêdan li girtiyan tê kirin û sê hefte ne spor, atolye û hin karên din ên hevpar tên astengkirin.

Girtiyên jin ên siyasî yên li Hepsa Tîpa T a Bûrhaniye ya Balikesîrê bi dorvegerî bi kesekî greva birçîbûnê didomînin.

Li Hepsa Tîpa T a Manîsanê, 4 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kir.

Li Hepsa Tîpa M a Alaşehîrê ya Manîsayê jî Ahmet Aslan dest bi greva birçîbûnê kir ku yekane girtiyê siyasî ye li wir.

Li Hepsa Tîpa T a Konyayê, Şiyar Firat û Cûma Dayan bûn koma destpêkê ya greva birçîbûnê.

Li Kurdistanê jî hepsî di grêvê de ne

Nûrûllah Ûgûr, Agît Nas, Yakûp Brûkanli, Mûhammed Bazencîr û Velat Tufek ên li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê, bûn koma destpêkê ku dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li Hepsa Tîpa T a Şirnexê, girtiyên siyasî Hakan Kûtlû, Kerîm Sevînç, M. Alî Bayar, Halîl Kabak û Ebûbekîr Neg tevî girtiyeke jin, bûn koma duyemîn a greva birçîbûnê.

Li Hepsa Tîpa E ya Mêrdînê 10 jê mêr,  2 jê jin bi giştî 12 girtî bûn koma duyemîn a greva birçîbûnê.

 

NAVENDA NÛÇEYAN