
Di çarçoveya 5’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de heta niha reqs û guftûgo jî di nav de bi giştî 24 çalakiyên têr û tijî pêk hatin. Her wiha îro jî bernameyên wekî şano û konseran tên pêşkêşkirin.
5’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di 11’ê mehê de dest pê kiribû, di roja 10’emîn de bi çalakiyên cuda dewam dike. Lîstikvanên Koma Textê Reş a Urmiyê doh bi lîstika ‘Dewrêşê Evdî’ derket pêşberî temaşevanan. Lîstika ku derhêneriya wê Resûl Bangîn kiriye, li salona Şanoya Bajar a Amedê ya li Galeriyayê de hat pêşandan. Lîstikvan Elî Bangîn eşkere kir ku dîktator ji şanoyê ditirsin û ji bo wê zextên xwe zêde dikin.
Em xwedî qehreman in
Şanoger Bangîn di lîstikê de rola Derwêş (Dewrêş) girtiye ser xwe û diyar dike ku Derwêş sê taybetmendiyên xwe hene û got: “Derwêş evîndar, mêrxas û pehlewan e. Her kesa/ê di mêjû de, di efsane de û di mîtolojiyê de ev her sê taybetmendiyê wê/wî hebin, hingê ev mît û ev usture ye. Her civak û neteweyek dixwaze ji bo xwe qehremanan çêke. Em xwedî qehreman in yek ji wan jî Derwêş e. Derwêş ji bo evînê û ji bo axa xwe, diçe û dimire. Dîsa jî di mêjû de her karakterê ji bo heqîqet û rastiyê dimirin di mêjû de dijîn. Derwêş ji bo axa xwe ku heqîqeta wî bû, di vê oxirê de mir, lê hîn di bîra Kurdan de dijî. Ez wisa dihizirim fikir dikim ku her miletek bi qehremanê xwe û bi lehengên xwe şanaz e, ev pêwîstiyek e ji bo her miletî.”
Li Urmiyê xelk hez ji şanoyê dike
Şanogerên Koma Textê Reş a Urmiyê demeke dirêj e li Rojhilatê Kurdistanê xebatên şanoyê didin meşandin. Şanoger Bangîn der barê xebatên şanoyê yên li Urmiyê de jî got, “Me Derwêşê Evdî li Urmiyê 8 rojan bire ser dikê, her heşt rojan salonên me tijî bûn. Cemaeta Kurd heta Tirk dihatin, li şanoya me temaşe dikir û îstixbalek pir baş li wir hebû. Xelqê Urmiyê pirr ji şanoyê hez dike. Em di hêla xwe de vê xebatê dikin û şanoya Kurdî dibin ser textê şanoyê ku ne tenê gelê Kurd, gelê Tirk û Faris jî şixulê me bibînin û ferhengê xwe, nasnameya xwe nîşanî wan jî didin.”
Huner dikare çanda demokrasiyê bi cih bike
Bangîn îşaret bi girîngî û hecihîbûna hunerê di jiyana mirovan de kir, got, demokrasî jî çandek e û wiha pê de çû: “Divê demokrasî di nava cemaetê de bibe çandek û ferhengek. Tu dizanî ev mezintirîn diyariya çand û hunerî ye, huner dikare vê çandê di nava civakê de bireşîne û mayînde bike. Şano ango hunerê Teatrê ji vê û wêde jî mezintirîn huner e ku tevahiya huneran di nav wê de ne, ev jî hêzeke pirr mezin e. Teatr û sînema xwedî hêzeke pirr mezin in û bingeha rewşenbiriyê fikr û ya endîşeyê ye. Ji ber wê ye ku hikûmetên dîktator ji şanoyê ditirsin, hikûmetên demokrat piştevaniya şanoyê dikin.”
ROJEVA MEDYA/AMED