
Li Şengalê bi merasîmeke leşkerî dewreyeke din a Hêzên Taybet ên Êzdîxanê ya bi navê Şehîd Duwax destpê kir.
Li Şengalê perwerdeyên hêzên parastina Şengalê bi hemû leza xwe berdewam dike. Li piştî avakirina YBŞ-YJŞ’ê û Hêzên Asayîşa Şengalê, Hêzên Taybet yên Êzdîxanê jî avabû. Li Şengalê ev dewreya perwerdê ya Sêyemîn a Hêzên Taybet ên Êzdîxanê ye ku vedibe. Hêzen Taybet yên Êzdîxanê, li Akademiya Êzdîxanê dewreya bi navê Şehîd Duwax vekir û dest bi serdemeke nû ya perwerdê kir. Dewreya beriya vêya jî bi navê dewreya Şehîd Bêstûn bû.
ŞENGAL