Akademiya şehîd Azîz Areb a li navçeya Ayn Îsa ya ser bi kantona Girê Sipî, dewreya xwe ya dehemîn ya fermandarên QSD`ê bi dawî kir. Bi dehan fermandarên QSD`ê û hêzên disiplîna eskerî beşdarî merasîmê bûn. Dewreya bi navê Şehîd Sehim Dêrezor, du mehan dirêj kir.

Di merasîmê de fermandarê akademiyê, Kanî Xelîl axivî û dewreli hemû endaman pîroz kir. Xelîl diyar kir ku ew hêzeke niştimanî Sûrî ne û got, “Armanca me parastina hemû gelên Sûriyê ye, bêyî ku ferq û cudahiyê bixin navbera pêkhateyên li ser xaka Sûriyê dijîn. Erka dikeve ser milê endamên dewreyê dîrokî ye, ji ber ku Sûriye di pêngaveke dîrokî û hestyar re derbas dibe.”

Merasîm belavkirina bawernameyan, bi dawî bû.

 

ANHA/GIRÊ SPÎ