Li bajarê Kobanê û Girê Spî doh sibehê piştî êrişên dewleta Tirk li ser gundên sînor dewriyeyên hevbeş ên Koalîsyonê Navdewletî û QSD`ê dest pê kir.
Di dewriyeyê de erebeyên leşkerî yên koalîsyonê, erebeyên QSD`ê, her wiha leşkerên Koalîsyona Navdewletî hebûn. Dewriyeyên hevbeş li bajarokê El-Şiûx ê li ser sînor dest pê kir û ber bi bajarê Kobanê ve çûn û paşê berê xwe da bajarê Girê Spî.
Dewriyeyên hevbeş piştî êrişên dewleta Tirk a dagiker li ser gundên kantona Kobanê û Girê Spî ku di encama wê de endamekî hêzên Erka Xweparastinê û zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa (12) şehîd bûn, dest pê kir.
KOBANÊ