Tiştên li Rojavayê Kurdistanê dibin, bi navê Xweda (!) tên kirin, lê têkiliya wan bi nirxên insanî re nine. Kiryarên derî nirxên insanî jî, nikarin Xwedayî bin, înkara Xweda ne. Yanî çete û hêzên destekê didine çeteyan “kafir” in.
Di demên dawî de, êrîşên çeteyên paramilîter dijwar bûn. Manîdar e!..
Di çil salên têkoşîna gele Kurd de, her şehadet bûye destanek; destan jî stunên vejînê û jiyana nû ne. Jiyana nû, tê wateya dîroka nû!...
Destanên bi destê cengawerên kurd tên nivîsadnin, yek bi yek di rûpelên dîrokê de cih digirin. Her roj, berhemek li magazina Şoreşa Kurdî zêde dibe. Şoreşa Kurdî, êdî pirtûk e, ansiklopedî û atlas e!.. Xemlenîgariya welatê azad e!...
Siyaset jî ev e, kultur jî, huner jî ev e!... Azadî nave mirovê bi rûmet e. Li Rojavayê Kurdistanê jî, ev rûmet tê parastin.
Zanist, berhemê hezar salan e, xwehdana mirov û ronahiya çavan e. Zanist bi riya nivîsandinê bû nirxê herî giranbiha yê mirovahiyê. Piştî ku nivîsandin bû pirtûk, ji çapxaneya Gutenberg giranbihatir bû. Gutenberg tenê ma bergê pirtûkan.
Zanista cîhanê berhemê pêtên agirê Çiyayên Zagrosê ye. Di dîrokê de jî wisa ye, îro jî ev rastî dûbare dibe. Qeraxên Dijle çavkaniya ronahiyê ye. Ev ronahiya ku bi keda mirovan, bi ronahiya çavên mirovan hatiye xemilandin, nexşeya Çemê Nîlê jî, qeraxên Derya Ege jî rengîn kirine.
Ez naxwazim bikevim dîroka pêxember û ûpanîşadên ji Nuh û vir ve hatine vegotin, bûne çavkaniyên baweriyên semawî. Ne redaksiyon, ne berpirsiyarên rûpelên rojnameyan hej ji nivîsên dirêj dikin. Teva jî, xendevanan dikine behane û meqes bikartînin. Kiryarên li Rojavayê Kurdistanê, li derî û li dijî siyasetê ne. Tirkiye jî, PDKe jî, Erebîstana Siudî û Qatar jî, Sûriyeyê jî, di desteka çeteyan de siyasetê nakin. Bê exlakiyê dikin!.. Derfetên desthilatdariyê bi riya çeteyan, li dijî Rojava û sîstema Xweseriya Demokratîk seferber dikin.
Dema desthilatdariyê hêza siyasî bi kiryarên derî insanî kire pratîkê, dibe çavkaniya faşîzmê. Marx, bikaranîna hêza siyasî, tenê weke organîzeya tehakkumê bi nav nake, weke otorîteya bê denge jî binav dike. Hêza siyasî, dema di rengê “otorîteya bê denge” de derkete hole, huner winda dike, zanistê dikuje, nirxê mirovahiyê wêran dike, Xweda ji paş ve xencer dike, bi olê re ixanetê dike. Encam jî dibe çete û kontra, dibê rûreşî!... Hîtler, otorîtê wek huner binav dike. Otorîte, biryarên kolektîf yên demokratîk, ji holê radike, kiryarên fermanî dike pratîkê. Ferman jî karê siltanî, qiraltî û tîrantiyê ye. Otorîte ronahiya kulture ditefîne, hişmendiya hukumraniyê jî, wek ewrên reş bi ser her tiştî de digirin. Çete û kontra, li her alî bablîsokên tofanî radikin.
Kiryarên li Rojava, suretê faşîzma Tirkiyê û Baasa Sûriyeyê, tîrantiya Siudî û Qatarê xêz dike. Di dema ku hilbijartinên serokomartiya Tirkiyê û hilbijartinên serokkomartiya Sûriyeyê ketin rojevê; fermanên bi fetwayên reşbînî zêde bûn, êrîşên çeteyan li dijî Rojavayê Kurdistanê jî zêde bûn. Li Tirkiyê jî, li Sûriyeyê jî muxalefet Kurd in. Kurd, bi comerdiya afirgeriya dîrokî, sifra gelan dixemilînin. Her dilopa xwîna ciwanên Kurd, sofreyeke azadî û demokrasiya gelan e. Hêzên dagirker û statukoparêz, “îade-î demjiyanê reş û tari” dikin. Ev nave sedsala navîn a paşverû ye.
Hêzên reş û tarî; naxwazin xweseriya demokratîk, gelê demokratîk, dewleta demokratîk, desturnameya demokratîk saz bibe. Demokrasî, hêza gel, îrade, aştî, ademiyet, li dijî berjeweniyên wan e. “Îade-î demjiyana reş û tarî” jî, tê wateya kuştina van nirxan; tê wateya berteref kirina huner û kulturê. Ev jî tunekirina siyasetê ye. Ne li Sûriyeyê û Tirkiyê, ne li Başûrê Kurdistanê, ne li Siudî û Qatarê, ne li Iranê siyaset nine, ferman reş hene. Ev desthilatdarî bi can-ruhê kabîle û êlan, bi psîkolojiya “ezî” haraket dikin. Têkiliya wan bi siyaset, zanist û demokrasî re nine. Lewma di tirs in!..
Ji sedema ku Kurdan dîwarên “ezî” hêrivandine, ev hêzên otorîter di tirsin. Tirs êrîşker e!...
Li Tirkiyê û Sûriyeyê desthilatdarî ji koma dewşirmeyan hatine peyda kirin. Di demûdewranan de “dewşirme” wek mirov ne dihatin dîtin; bi navê mirov, ne dihatin bi nav kirin. Dewşîrmeyên li Tirkiyê û Sûriyeyê jî, îro, mirovahiyê dikujin.
Dewşirme, cûreyekî koletiyê ye. Tenê dikarin bikujin, talan bikin û gel wek kole-bende bikin. Dewşrimeyên Tirkiyê ji aliyekî ve çeteyên paramilîter destek dikin, dewşirmeyên Sûriyeyê ji aliyekî ve. Pêdiviya her du basikan bi koleyan heye. Lê muxalafeta Kurd, li her du aliyan jî weke alternatîf derketiye pêş. “Îade-î demjiyanên reş û tarî” red dike, kelih û bircikên “ezî” dihêrivîne, hukumraniya malbatan tehdîd dike.
Pêtên agirê Çiyayên Zagrosê û ronahiya qeraxên Dijle, wek feylesofiyek civakî û zanistî, di çarçoveya meşruiyeta siyaseta demokratîk de, li ser bingeha sê çavkaniyan ronahiyê dide. Îdeolojî, siyaseta demokratîk û normên civakî...
Bêguman ev sê çavkanî, bi meşrûiyeta klasîk, yanî bi çavkaniyên olî, mîtolojîk û nirxên civakî hatine xwedî kirin. Kongreya Îslama Demokratîk ya li Amedê mînaka vê ye. Ev çavkaniyên ku bi berdêlên giranbiha têne parastin, ji aliyekî ve sedemên meşruiyeta hiquqî amade dikin, ji aliyê din ve bingeha meşruiyeta navneteweyî amade dikin.
Di her halûkarî de, serketin ya gelê Kurd e.
Dewşîrmeyên Tirkiyeyê û Sûriye
Siyaset, huner e. Huner jî bê zanist nabe.