Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) li dijî tecrîdê gelek çalakî li dar xistin. DGH’ê li ser çalakiyên xwe, daxuyaniyek belav kir û got, wê sê fabrîke, marketek û gelek wesayît şewitandine.
Koordînasyona DGH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan ev çalakiyên hanê ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Tirkiye û Kurdistanê li dar xistine.
Li gorî daxuyaniyê sê fabrîka, marketek û çar wesayît hatine şewitandin. Hate ragihandin ku li gelek lîseyan jî çalakiyên nivîsê hatine kirin. Li jêr lîsteya çalakiyan heye:
IZMÎR: Di 13’ê Çile de yekîneya bi navê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Nazelîn Korkût li Taxa Ataturkê fabrîkeya plastîkan şewitandiye. Di vê çalakiyê de xisareke maddî di fabrîkeyê de çêbûye.
MANÎSA: Di 13’ê Çile de li taxa Kirkagacê, yekîneya Tîma Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa mînîbûsa aîdî kesê bi navê H.Î.D şewitand. Di vê çalakiyê de mînîbus îmha bûye.
STENBOL: Di 11’ê Çile de yekîneya Tîma Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa fabrîkeyeke traktoran a li Eyup Sûltanê şewitand. Di vê çalakiyê de du traktor îmha bûne û li fabrîkayê xisara maddî çêbûye.
Di 14’ê Çile de yekîneya Tîma Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa marketeke li Taxa Fatîh Alîkalî şewitand.
Di 19’ê Çile de yekîneya Tîma Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa fabrîkayeke besteniyê ya li Avcilarê şewitand. Di fabrîkayê de xisara maddî çêbûye.
BÛRSA: Di 17’ê Çile de li navçeya Înegolê yekîneya Tîma Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa kepçeyek şewitand û ev kepçe îmha kir.
NAVENDA NÛÇEYAN