Koordînasyona DGH’ê diyar kir ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan li gelek bajaran çalakî kirin. Li gorî daxuyaniyê çalakiyên hatine kirin ev in:

“Denîzlî: 20’ê Sibatê saet 01’ê li taxa Efendî Kahraman a li navenda Denîzliyê, yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Harûn Serhed marketek şewitand. Di çalakiyê de xisareke mezin li marketê bû.

Bursa: 19’ê Sibatê saet 04’an li navçeya Osmangaziyê, wesayiteke bazirganiyê ya şexsê bi navê G.K. ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya bi navê Şehîd Baran Mawa ve hate şewitandin.

Stenbol: 24’ê Sibatê li sîteya Îkîtellî Kerestecîler a Başakşehîrê atolyeyeke hilberîna mobîlyayê ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hate şewitandin.

Enqere: 24’ê Sibatê saet 02:00´yan, li taxa Yenî Mahalleyê kargeha Oto Demîr a malzemeyên înşaetê, hesin û çîmento difirot, ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Firat Zîlan ve hate şewitandin. Di vê çalakiyê de xisareke mezin li atolyeyê bû.

 

NAVENDA NÛÇEYAN