Li Zanîngeha Bochumê ya Almanyayê, xwendekarên endamên Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) di çarçoveya kampanyayê de îmze kom kirin.

Endamên YXK’ê li ber Fakulteya Zanyariyên Civakî, bersiv dan pirsên xwendekarên Alman û ji gelên din ên li ser rewşa siyasî û kampanyayê. Xwendekaran di nava du rojan de 420 îmze kom kirin.
Her wiha belavokên di çarçoveya kampanyayê de hatibûn amadekirin hatin belavkirin.  Di dema xebata xwendekarên YXK’yî de hin xwendekarên Tirkiyeyî hewl dan provokasyonê bikin. Xwendekarên YXK’yî wê îro jî di çarçoveya kampanyayê de îmzeyan kom bikin.
Xwendekarên YXK’yî di çarçoveya kampanyayê de berhema Ocalan a bi navê “Parastina Gelekî” li dostên Alman û aktîvîstên siyasî belav dikin. Heta niha 85 pirtûk hatine diyarîkirin.
Li aliyê din li Zanîngeha Bochumê her hefteyê rojên xwendinê tên lidarxistin. B vî rengî xwendekar nêrînên Ocalan ên di pirtûkan de rave kriye dixwînin û li ser nîqaşan dimeşînin.
Ji YXK’ê Rojîn Huseynî bang li xwendekarên Kurdistanî yên li Almanya û tevahiya Ewropayê dixwînin kir, ku kampanyayê xurtir bikin.

BOCHUM