Heyva Sor a Kurdistanê di nava 20 rojan de xwe gihand 6 hezar 500 malbatî, da ku wan bike hevmalê malbatên hewcedar. Berdevkê Heyva Sor Murat Vargun got, "Armanca me 10 hezar in. Wisa dewam bike, em ê di nava 20 rojan de bigihîjin armanca xwe. Hûn jî destê xwe yê alîkariyê bidin." ERKAN GULBAHÇE Bi pêşangiya Heyva Sor a Kurdistanê ji ber vîrusa koronayê ji bo malbatên hewceyî alîkariyê ne Kampanyaya Hevmaliyê (Malbatên xwişk û bira) hatibû destpêkirin. Di nava 20 rojan de hevmalî bi 6 hezar û 500 malbatan re hat kirin. Di nava beşdarên kampanyayê de hem yên ku hevmaliya xwe bi malbata xwe ya beriya bi 4 salan re danî hebûn û hem jî dostên Kurdan ên ji Elmanya û Emerîkayê jî. Heyva Sor a Kurdistanê, 9’ê Nîsanê ji bo alîkariya kesên hewceyî alîkariyê li çar parçeyên Kurdistanê, kampanyayek da destpêkirin. Li Ewrûpayê Heyva Sor pêşengê kampanyayê ye û KCDK-E, PYD, TJK-E, CÎK, FEDA, meclîsa Êzîdiyan, DÎK, Înîsiyatîfa Mereşê û gelek sazî û dezgehên din destekê didin vê kampanyaya hevmaliyê. Kampanya di serî de Elmanya, li Ewrûpa, Emerîka û heta bi Awusturalyayê dewam dike. Kes yan jî malbata dibe hevmalê malbatekê, ew ji bo sê mehan mehê 100 euroyî dide hevmalên xwe. Mirov dikarin vê alîkariyê yan yekser bi xwe bike yan jî di ser Heyva Sor re. Gava hûn bi xwe bikin, Heyva Sor têkiliyên pêwîst ên ji bo alîkariya bi malbata hewceyî alîkariyê re, dide we. Kesên dixwazin alîkariya wan ji Şengal û Mexmûrê re biçe divê vê alîkariyê di ser Heyva Sor re bişînin. Armanc 10 hezar malbat in Berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê Murat Vargun got, “Di nava 20 rojan de me hevmalên 6 hezar 500 malbatî çêkirin. Kampanya li gorî plansaziya me dewam dike. Tevî saziyên em bi wan re kampanyayê bi rê ve dibin, armanca me ew e em hevmalên 10 hezar malbatan çêkin. Xebatên me bi vî rengî dewam bikin, em ê di na 20 rojan de bigihîjin armanca xwe. Hûn jî destê xwe yê alîkariyê bidin” Ji bo Mexmûr û Şengalê di ser Heyva Sor re Vargun got, wan alîkarî gihandiye pirraniya malbatên diyarkirî, lê li deverên weke Mexmûr û Şengalê yên ku bankevanî li wan nîne, zehmetî heye xwe bigihînin malbatan û ji ber wê jî di dema herî nêzîk de ew ê vê alîkariya pereyî bi destan bigihînin malbatên hewcedar. Li Rojhilat felaket li ser hev hatin Vargun got, mexdûriyeta herî zêde li Rojhilatê Kurdistanê ye û wiha peyivî: "Bi zehmetî jî be em alîkariyan dişînin Rojhilatê Kurdistanê. Lê belê li vir ya zehmet tesbîtkirina malbatên mexdûr e. Dibe ku cihê herî mexdûr ê Kurdistanê, Rojhilat be. Zexteke mezin a dewleta Îranê heye. Em hewl didin li Rojhilatê Kurdistanê ku li ser hev ambargoya aborî, felaketên weke erdhej, lehî û şewba vîrusa koronayê lê qewimîn, xwe bigihînin bêhtir malbatan.” Ne tenê Kurdistanî beşdarî kampanyayê bûne; Vargun li ser vê dibêje, "Dostên me yên ne Kurd, ên ku ji kampanyayê haydar bûne, dibêjin ew jî dixwazin bibin hevmal. Ji biilî dostên me yên li Ewrûpayê, sê Emerîkiyan jî ji e-maila me re nivîsî û xwest bibin hevmal. Piştî ku me bersiva wan da bi çend deqîqeyan alîkariya wan gihîşt hesabê me yê bankayê. " Fitre û zekatan jî bidin Heyva Sor Berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê Murat Vargun ji ber Rojiya Remezanê jî got, “Ji bo Meha Remezanê jî, em weke Heyva Sor a Kurdistanê bang li miletê xwe dikin ku fitre û zekatên xwe bidin vê kampanyaya me. Em ê bi alîkariya ji fitre û zekatê paketên alîkariyê amade bikin û di cejnê de li malbatên hewce leva bikin. Miletê me dikare fitre û zekatê bide nûnerên me yên cihî yan jî li ser hesabên me yên bankayê razîne. Ka vê çawa dikarin bikin, em dikarin bi telefon, e-mail yan jî SMS’ê ji wan re rave bikin."