Şoreş tê weteya nûbûnê. Hilweşîna tiştên kevin û li cihê wê avakirina tiştekî nû. Lê di dawiya sala 2012´an de derkete holê ku şoreşa gel a Sûriyê ji armanca xwe ya bi bingehîn dur ketiye. Ango ji armancên xwe yên sereke, yên weke hilweşîna rêjîmê û avakirina pergalek nû ya rêveberiyê. Di nava salek û deh mehan de, şoreşa gel a li Sûriyê, bi xirakirina cih û waran, weteya şoreşa gel ji şoreşbûnê derxist. Şoreşa li Sûriyê, weke baloneke li ser avê her li derdora xwe zivirî.  Li gor têbîniyên min moarada (Muxalîf) yên Sûriyê di sala 2012´an de di du xalên serekê de bin ketin. Ya yekemîn; şoreş ji wetebûna şoreşê derxistin û xistin warekî şerê di navbêra du aliyan de. Di dewsa ku şoreşa gel pêş bixe û civakê hembêz bike, aliyan her kes ji xwe bi dûr xistin û tenê sûnî û îslamiyên tundraw û hişk li ba xwe hiştin. Ev bû sedem ku şer û pevçûnên di navbera rêjîmê û komên çekdar yên Artêşa Azad a Sûriyê de bi giranî li herêmên ku sunî tê dene pêşkeve. Ya duyemîn; diviya bû şoreşa gel a Sûriyê ne hilweşandina serok komarê Sûriyê, tevî vê yekê hiweşandina rêjîmê bikira armanca xwe û ji vê zêdetir nexşeyeke alternatîf ji bo çareseriyê hebûya. Nêzî salek ser şoreşa Sûriyê re derbas bû û vaye em derbasî sala nû 2013´an dibin, lê mixabin hîn hêzên muxalîf ev şaşîtiyên xwe dubare dikin û dijîn. Şîarên ku di roja destpêkê yên şoreşê dihatin bilind kirin. heman şîarên ku îro tên bilind kirin in, ya ku dibêjin " Lalla İrhal ya Başar" ango  'Here barke lo Beşaro'. Ev şîara ku dihate bilindkirin û tê bilindkirin hişt ku îro nûnerê taybet yê Netewên Yekbûyî Exdar Îbrahîmî pêşneyar bike ku Serokkomarê Sûriyê Beşar El Esad li cihê xwe bimîne, lê rêjîm bê guhertin. Li gorî min dema muxelefetê di rojên destpêkê yên şoreşê de hemû xebatên xwe li ser hilweşîna rêjîmê kiriba, wê rewşa Sûriyê îro ne wiha ba û wê İbrahîmî pêşneyarên wiha nekiriba.

Di vê mijarê de gotineke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Ocalan dibêje, "Çendî armancên te paqij û bilind be, dema amûr û amrazên ku tu bi kar bîne li gorî armaca te ne paqij û bilind be tê wê wateyê ku tu armanca xwe jî qirêj dike". Muxalefeta Sûriyê ya derve û hundur, ya çekdar û yen di qadên navnetewî de siyasetê dikin divê bê zanîn, di cesareta xwe ya li hemberî rêjimeke dîktator ya weke BAAS´ê derketin cihê pîroziyê ye, lê belê divê ev tekoşîna ku di bin navê şoreşa Sûriyê de xwîn didin, bibe malê hemû civakê. Keda tê dayîn keda hemû gelê Sûriyê ye. Xwîna ku tê rijandin ya Kurd, Ereb, Xirstiyan, Ermen, Turkmen û Dorziyan e.  Ji ber vê divê ji başûr heta bakur, ji rojhilat heta rojavayê Sûriyê xwedî li şoreşê derkevin û her netewek li gorî mafên xwe yên xwezayî, azadiya xwe bi dest bixe.