Rûniştina biryarê ya doza şermê ya li Sêrtê destdirêjiya 7 xwendevanên dibistana seretayî li dadgeha cezaya giran a Sêrtê hate dîtin. Rûniştina dozê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hate dîtin, der barê 10 girtiyan de biryar hate dayîn. Doza ku 10 girtî bi tevahî 39 bersûc tên darizandin de heyetê der barê 10 girtiyan de bi sucdariya “îstîsmara bi nîtelîk a li dijî zarokan” ji bo her kesekî 7.5 û 30 sal cezayê girtîgehê birî. Di rûniştina dozê de parêzên malbatên zarokan xizmên zarokan û 10 girtî amade bûn. Heyetê der barê karmend Zekî Sîlîk, peyvirdarê Midûriyeta Polîsan a Sêrtê Îsmaîl Toprak, esnaf Hamet Beşir Ayyildız û Bekir Zamur jî di navde der barê 10 kesan de ji bo her kesekî 7.5 û 30 salan ceza birî.
Di Nîsana 2010’an de li Dibistana Seretayî ya Gaziyê ya Sêrtê jê 2 xwişkên hev 7 xwendekar rastî derstdirêjiya karmendên dewletê hatin. Pişt re der barê Fahrettin Kuzu û memûrên dewletê jî di navde li 39 kesan doz hate vekirin. Pişt re 35 kesên ku bi fermana dozgerê Sêrtê hatin binçavkirin der barê wan de doz hatibû vekirin. Der barê 15 kesan de jî biryara girtinê hatibû dayîn. Midûrê Dibistanê Fahrettin Kuzu, pişt re winda bû herî dawî li Êlihê hatibû binçavkirin. Doza ku 28 kes cuda tên darizandin didome.
Piştî biryara dozê Saziyên Jinan ên li Sêrtê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku her çiqas bi derengî jî ketibe dad cihê xwe dîtiye. Saziyên jinan dan zanin ku dê ji bo dozên bi vî rengî her tim têkoşîna xwe bidomînin.
SÊRT / DÎHA