Îsal, ji salên berê cûda, 8´ê Adarê li Kudistanê pirr bi heybet hat pîroz kirin. Kurdistan bû navenda meşa jinên cîhanê û 8´ê Adarê serkeftina Kobanê tacîdar kir. Peyama "Şengal ne bi tenê ye" dan. Jinan, di 8´ê Adarê de, hem ji bo jîyaneke azad, hem ji bo xwedî derketina li pêvajoya aştî û çereserîya demokratîk, pêşengî kir, ji bo pêvajoya hilbijartinê jî peyam dan. Jinan, peyamên zelal dan ku ew bi tenê nebûne beşêk ji dîroka nû, lê dîroka nû dinivîsin.
Jinan, meydanên pîrozbahîya 8´ê Adarê ji Amedê heta bi Kobanê, ji Nisêbînê heta bi Wanê, ji Efrînê heta bi Kerkûkê, ji Şingalê heta bi Qamişlo û li her cihêkî ku li hemberî zilm û çewisandinê têkoşîn hebe, ev rastî û îrade hat nîşan dan. Jinên Kurd doh, îro û sibe jî, kirin 8´ê Adarê.
Lê emê di nava vê tabloya dilxweşiyê de, mixabin em ê Başurê Kurdistanê cuda binirxînin û ji tevahiya pîrozbahiyan veqetînin. Di nava vê tabloyê de ku em neçar in rewşa jinan li Başûrê Kurdistanê cuda binirxînin, heye. Îsal 2 dîmenên cuda hebûn, yek li ser 8´ê Adarê, xemsarî û bênirxkirina vê rojê ye; ya dûyem jî çalakiyên hin komên jinan bûn.
Ez werim ser xala yekemîn; li gorî hin grûb û aktivîstên jin, îsal Hikûmetê ji ber nebûyîna pere û bawerîneanîna bi doza jinan, kêmasîyên ku bûn sedema komkûjiya li Şingalê, 8´ê Adarê pîroz nekir. Vê biryara Hikûmetê, bandora xwe li partîyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û çapemeniyê jî kir. Lewra 8´ê Adarê bi bêdengî derbas bû. Çend bûyerên kuştin û xwe-kuştina jinan jî, di heman rojê de pêk hatin. Ev bûn hejmareke ji sedan jinên ku di nava salêkê de hatibûn kuştin.
Têkoşîna maf û azadîyan ji bo jinên nava partîyên siyasî ya desthiladar ne tenê stratejîk, taktîk e, lewra 8´ê Adarê nekete rojeva wan jî.
Di 8´ê Adarê de, tekane dengek derket. Ew jî dengê jinên ku bi pêşengîya RJAK´ê û Gruba Jiyan re daketin meydanan bû. RJAK´ê di bin sîwana xwe de û bi tevlîbûna jinên hemû beşên Kurdistanê karwanek amade kir û ji Silêmaniyê da rê. Qonaxa yekemîn Kerkûk bû, piştre çûn Hewlêrê, ji wir jî ber ve Duhokê ve meşiyan. Menzîla wan Şengal bû. Bi vê mebestê dan rê. Lê heta vê kêlîka nivîsanidna gotarê jî, Asayişa PDK´ê nahêle ku jin biçin Şengalê. Armanca Koma Jinan ew bû ku ji jinên Şengalê re bibêjin "hûn ne bi tenê ne ". Lê doh PDK´ê bi êrişkirina ser jinan, peyama xwe bi xwe ji bo 8´ê Adarê ji raya giştî re eşkere kir. Ev rûreşî ye.
Li Başûrê Kurdistanê tevî ku ji her alîyekî ve, saleke dijwar ji bo jinan derbas bû, Hikûmetê ji bilî peyameke şermok, tiştekî din nekir. Ev jî tenê gotin bû. Maneya vê helwêstê ev e, "tiştekî ji bo jinan bikin nîne." Ev peyama hemû partîyên di bin sîwana hikûmetê de ye. Rastî jî tiştek tine bû ku bibêjin û bikin.
Ev ji bo jinên Başûrê Kurdistanê zelal bû. Zelalbûn, ne di 8´ê Adarê de, ji 3´yê Tebaxa 2014´an û vir ve tê fêmkirin. Ji bo vê jî hem jinên Şengalê û hem jinên Kakeyî, ku berê pirr kêm dengên wan dihat bihîstin, vê carê bi xwe daketin meydanê, xwedî li xwe derketin. Her roj jî, ji bo xwe-parastinê bangewaziyan dikin kû wan tevlî rê û rêbazên parastinê bikin. Jinên Başûrê Kurdistanê, mîna van jinan neçar in ku biryara rêveqetînê bidin. Ev bendewariya hikûmet û hin sazîyên sivîl wê şiyar bike. Ji bo xwedî li pirsgirêkan derkevin. Îsal destpêka veqetînê nîşan da û gotin, hûn tevlî nebin jî em ê 8´ê Adarê bi wateya xwe ya rastî pîroz bikin. Jinan destnîşan kir ku ew ê peyamên xwe bi xwe bidin.
Ev destpêkek nû ye. Lê divê ev destpêk pirr bi rêxistin û tije were pêşwazîkirin. Kobanê û xwedî derketina li Şengalê nexşerêyeke ji jinên Başûrê Kurdsitanê re. Divê bi tenê pesindayîna vê berxwedanê têr nebînin, lê di xûrtkirin û pêşdebirina modela têkoşîneke civakî û siyasî de, rola pêşeng nîşan bidin.