Li aşê avê rojê derdora 40 kîlo tehîn tê çêkirin û vê tehînê difiroşin bajarên derdor. Şeniyên gund, bi jin û mêran di aşê avê ya dîrokî de hilberînê bi hev re dikin. Li aşê avê her çiqas zêdetir genim û garis were hêrandin jî bi taybet di mehên zivistan û biharê de tehîn tê çêkirin. Ne tenê gundiyên Hêşete her wiha gundiyên derdor jî têne gund û ji kunciyên xwe tehînê çêdikin. Li gund, di firinên ku weke “xemire“ tên binavkirin jin kunciyan diqelînin, mêr jî li ber aşê tehîna ku tê çêkirin dixin nav teneke û bîdonan.
ŞERMÎN SOYDAN / COLEMÊRG