Desthilatên herêmî ragehandin ku li eyaleta Newyork, Newcirsî, Binslfanya, Vêrcînya rojava , Karolîna bakur 12 kes mirin, her wiha polîsên Toronto ragehandin ku li Kanadayê jî jinek di encama bahozê de mir. Li gorî raportên rojnamevaniyê jî nêzîkî 5.7 milyon Amerîkî bê elektrîk mane ji ber ku hemû têlên ceyranê ji ber bahozê qutbûne. Sandy yek e ji bihêztirîn bahozan di dîroka Amerîkayê de ku li perava rojhilatê vî welatî pêk tê. Herdu namzedên serokatiyê Amerîkayê Barack Obama û Mitt Romney, merasîmên kampanyayên hilbijartinê rawestandin.
Wekî tê zanîn hilbijartinên serokatiya Amerîkayê di 6’ê meha mijdarê de pêk tê. Beriya van hilbijartinan ev bahoza ku jiyana welatiyên gelek eyaletên Amerîkayê felc kir dibe ku bandorekê li ser hilbijartinan jî bibe. Lewre jî ji metirsiya ku bahoz rê nede dengdanê li hin eyaletan dengdana pêşwext pêk hatin. 

NEW YORK