Di dawiya Şerê Cihanê yê Yekê de ha li pey vî latê hanê Şêx Mehmûd Berzencî ji bo damezrandina dewleteke Kurdî li ber Ingilîzan serî hilda. Wî xwe hingê weke melikê Kurdistanê ragihandibû.

Di navbera Kerkûk û Silêmaniyê de li ser rê latekî têra xwe mezin heye. Ji bo gelekan ev latê han zêde ne darî çav e. Niha ev latê hanê yê bi navê Berde Qehreman tê nasîn. Li deverê abîdeyek heye ku rolyefên şervanên Kurd li dijî Ingilîzan nîşan dide ku li ser lateke mezin jî rolyefeke Şêx Mehmûd berzencî hatiye verotin. Maneya Berde Qehreman çi ye, elaqeya wî bi Şêx Mehmûd Berzencî re çi ye? Bi belgeyên di arşîvên Ingilîzan de, Şikow Şerîf bersivê dide van pirsan.

Di dawiya Şerê Cihanê yê Yekê de ha li pey vî latê hanê Şêx Mehmûd Berzencî ji bo damezrandina dewleteke Kurdî li ber Ingilîzan serî hilda. Wî xwe hingê weke melikê Kurdistanê ragihandibû. Em ê niha behsa serpêhatiya wî di belgeyên Ingilîz ên li India Office Records (Qeydiyên Fermî yên Buroya Hindistanê) ên li British Library de bikin. Lewma îroj weke salvegera destpêka serhildana wî tê qebûlkirin. Wî 19’ê Gulana 1919’an hêzên Ingilîz ji Silêmanî kiribûn der û 20’ê Gulanê jî xwe weke melikê Kurdistanê ragihandibû.

Mirov li rastiyê lazim e mikur bê; di dawiya Şerê Cihanê yê 1’ê de ji tirsa rêveberiya Osmanî û Rûsan doza rêveberî û parastina bi destê Ingilîzan kiribû. Lewma di dema şer de hem Osmaniyan û hem jî Rûsan kiribû ku li gelek gundan xela çêbe. Ingilîzan hingê nekarî yekser li wir bibin xwedî erka îdarî, lê sîstema kolonyal a neyekser rûnandin. Wan tercîh kir ku avahiyên feodal ên li Kurdistanê xurt bikin da ku serekên eşîran karibin xelkê têr bikin û gundan ji nû ve ava bikin.

Ingilîz poşman dibin

Ji bo ku îdareya xwe rûnênin, wan ji malmezinên Kurd ên cihî, Şêx Mehmû Berzencî weke waliyê Başûrê Kurdistanê sala 1918’an dest nîşan kir. Ji bo pişta rêveberiya wî jî bigirin û hem jî ji bo pêşiyê li xisleta wî ya serhildêr a jixwe xelkê pê dizanî bigirin jî, wan li Silêmanî û hawîrdora wê li şûna rayedarên Tirk û Ereb Kurd wezîfedar kirin. Ji bo Kurdên deverê ev tahma pêşî ya xwerêveberiyê bû. Lê di dawiya 1918’an de li gorî belgeyên arşîva mêhtingeriyê, Ingilîz ji aqilanebûna vê biryara xwe dikevin şikê. Bi vê biryarê wan destûr dabû Şêx Mehmûd Berzencî hêza xwe ya li Kurdistanê zexm bike.

Di rapora eskerî ya ji sala 1919’an a bi ser navê ‘The Kurds and Kurdistan (Kurd û Kurdistan)’ de di rûpel 81’ê de em şahidiyê li vê guherîna helwêsta Ingilîzan dikin:

Mixabin, ew (Şêx Mehmûd Berzencî) di warê aql û firehiya dîtina xwe de weke zarokekî ye, lê bêguman zarokekî gelekî fênek û îlhama xwe ji daxwazeke ji hedê xwe zêde xurt girtî. Bi ser de jî çîneke şelafan dor lê girtiye ku serê wî bi fikrên pirr mezin û ehmeq tijî dikin, ev dikin ku ew xwe bike hukimdarê Kurdistanê hemûyî, dest werde kar û barên derveyî sînorên dayî wî.

   

Wî Ingilîz kirin der

Gava ku Ingilîz pê hisiyan ku bi deshilata zêde gurçûpêçkirina Şêx Mehmûd Berzencî ji bo berjewendiyên wan tehlûke ye, ew biryara sînordarkirina desthilata wî didin. Wan nehişt ku bajarên Kifrî û Kerkûk bikevin bin hukmê wî. Ingilîz bi xwe yekser çûn van bajaran û bi eşîran re têkilî danîn. Vê jî kir ku eşîrên di bin hukmê Şêx de jî yekser peywendiyê deynin bi Ingilîzan re. Encama vê ew bû ku desthilata Şêx hema hema tenê bi Silêmaniyê bê sînordarkirin. Li hemberî vê wî ji bo damezrandina Başûrê Kurdistanê di bin hukmê wî de, serî li ber Ingilîzan rakir. 19’ê Gulana 1919’an li Silêmanî ti hêz û nûneriya Ingilîzan nayê hiştin. 20’ê Gulanê Şêx xwe melik radigihîne. Di belgeyên Ingilîz de destpêka serhildanê 22’yê Gulanê ye, lewma hingê efser û rayedarên Ibgilîz li Silêmanî tên girtin û di malên xwe de tên hepskirin.

Şêx Mehmûd bi koalîsyoneke eşîran, peya û siwarên wan eskerên Kurd ên Ingilîzan, efser û rayedarên wan ên li Silêmaniyê birin, û ew di malên wan de heps kirin. Piştre jî wî şaredarê xwe wezîfedar kir, arşîv û pereyên hikûmetê desteser kirin. Wî xeta telgrafê ya di navbera Silêmanî û Kerkûkê de jî birrî; esas wî Başûrê Kurdistanê ji bin hukmê Ingilîzan derxist. Dîtira rojê (23’yê Gulanê), hêzeke hewayî ya Ingilîz di ser Silêmaniyê re firrî. Wê tesbît kir ku bajar tijî şervan e. Di heman demê de malên efser û rayedarên Ingilîz jî hatin tesbîtkirin, lewma wan karî ji malên xwe îşaretê bidin balefirên keşfê.

   

Qelsiya hêzên Kurd û dîwarê li Baziyan

Piştî ku hêzên hewayî yên Ingilîzan bajarê Silêmanî û gundên derdora wê gelek caran bombe kir, hêzên Şêx Mehmûd berzencî neçar man ji bajêr derkevin, vekişin deverên çiyayî. Li gorî belgeyan hêzên Şêx pirr xirab hazirî kiribûn beramberî hêzeke eskerî ya nîzamî, nexasim jî bi hêzeke hewayî ya ku gelek şervan û sivîl kuştin, gelek tax û gund tine kirin. Her ku cebilxaneya Şêx kêm bû, baweriya pê jî kêm bû. Gelek alîgirên wî aliyê xwe guherandin. Serhildan li Derbenda Baziyan asê ma. Derbenda Baziyan di navbera geliyê Silêmanî û deştên Germiyanê de ye. Ji bo ku karibin hêzên Ingilîz rawestînin, hêzên Şêx Mehmûd dîwarek di derbendê de lê kir.

Lê belê pîlotên Ingilîz ev dîwar dîtin û tê derxistin ku ne saxlem lêkirî ye. 8’ê Hezîrana 1919’an wan dever bombebaran kir. Hem zirareke mezin dan hêzên Şêx û hem jî parastina li Derbenda Baziyan lawaz kirin. 18’ê Hezîranê êrişeke din a mezin a hewayî çêbû û ev dîwarê hanê hilweşiya. Piştî vê hêzên Şêx Mehmûd Berzencî şikestin, hin ji wan hatin girtin, pirranî jîbirîndar bûn û hatin girtin. Şêx Mehmûd bi xwe jî birîndar bûbû û li pişta wî latê mezin ku îro weke Berde Qehreman tê zanîn, hat dîtin. Hêzên Ingilîz paşê ketin Silêmaniyê, hêzên mayî yên Şêx bê sîlehkirin û girtiyên Ingilîz jî berdan. Şêx Mehmûd hat dadgehkirin û ew li Hindistanê xistin hepsê. Piştî bi çend salan ew ê bihata berdan û vegeraya Silêmaniyê.

 

FRANKFURT

* Ev nîvîs ji ber nivîsa Şikow Şerîf hatiye girtin ku di nava blogên British Library de hatiye weşandin. Belgeyên ji bo vê nivîsê hatine bikaranîn ev in:

‘Kurds and Kurdistan’, India Office Records and Private Papers, 1919, IOR/L/MIL/17/15/22

‘Mesopotamia: British relations with Kurdistan’, India Office Records and Private Papers, 27 Aug 1919, IOR/L/PS/18/B332

‘Persia: operations against Sirdar Rashid and Sheikh Mahmoud’, India Office Records and Private Papers, 23 May 1923-2 Aug 1923, IOR/L/PS/11/235, P 2756/1923