28 salî ye û bavê 3 zarokan e. Ev du sal in li nava refên YPG'ê şer dike. Hecî diyar dike ku mîna Til Hemîs û Girê Spî ew ê li Til Temirê jî derbên giran li çeteyan bixin û got, "Me soz daye şehîdên xwe. Heta ku çeteyekî  tenê li ser xaka me nemîne, em ê şerê xwe di asta herî bilind de dewam bikin."

Li bajêr her kesên dikarin rahêjin çekê berê xwe dane eniyê û bajarê xwe diparêzin, yên nikarin rahêjin çekê jî di nava xebatên saziyî yên bajêr de cih digirin. Yek ji welatiyên di berxwedana Til Temirê de cih digire, bi çek û egala xwe Heciyek e. Hecî, piştî ku ji mewziya berxwedanê derket, ji bo şervanên YPG'ê perwerde bike, li qada perwerdeyê cih girt.

Hecî Sûat ê di sala 2009'an de çû Hecê, yek jê keç, bavê 3 zarokan e. Dibêje, piştî hevalê wî yê bi navê Cûdî di hewldana dagirkirinê ya Artêşa Azad de jiyana xwe ji dest da, ew tevlî refên YPG'ê bûye. 

Hecî anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo ser têkçûna xwe ya li Til Hemîs û Girê Spî bigirin, êrîşî gundên Asûriyan û Til Temirê dikin û got, "Çete wê ti carî negihêjin armanca xwe." Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Til Temir û gundên wê kir, ji qada perwerdeyê ku lê wezîfedar bû, berê xwe da mewziyên şer. Hecî bi şev li mewziyan li hemberî çeteyan şer dike, bi roj jî şervanên YPG'ê perwerde dike. Destnîşan dike ku ev rewş berpirsyariya di pêvajoya awarte de ye û bang li her kesî kir ku di nava vê berxwedanê de cih bigire û çeteyan bişîne nava sergoyê dîrokê.


´DAÎŞ dijminê Îslamê ye´

Hecî ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê bêyî bala xwe bide dîn , ziman, êrîşî hemû nirxên însanî dikin û got, "Li hemberî êrîşên çeteyan, em bi gelên Ereb, Asûrî/Suryanî re şer dikin. Hêz û moraleke mezin dide me ku li hemberî vê belaya çeteyan em bi mirovên ji gel û olên cuda re li heman mewziyê şer dikin. Ji bo parastina vê xakê, ji hemû ol û gelan mirov şehîd ketin. Lewma nirxê manewî û moralê yê her kesî li vê xakê veşartî ne."

Hecî Sûat diyar kir ku ew dizanin ku di êrîşa çeteyan a li hemberî Til Temir û gundên Asûriyan de kê alîkarî daye çeteyan, kî di nava xiyanetê de ye û got, "Em ê hesabê vê bipirsin." Hecî Sûat da zanîn ku li hemberî van çeteyên bûne belaya serê mirovahiyê divê ew bi YPG'ê re di nava berxwedanê de bin û got, "DAIŞ rêxistineke çete ye, di dîn de qetilkirina mirovên sivîl, dîlgirtina sivîlan û di berdêla berdana wan de xwestina fîdyeyê nîne. Lê belê ev çeteyên bê exlaq li hemberî her kesê ne ji xwe şer dike, her derê xera dike û dişewitîne, hewl dide her rengî di nava rengê xwe yê reş de tine bike. Ev pêkanîn hemû nîşan didin ku ew dijminê Îslamê ye.” 


 ANHA/ TIL TEMIR