Li wargeha penaberan a Mexmûrê, piştî serhatiyeke dirêj a penaberiyeke misêwa, niha jî tevî dengêniya bereya şerê li dijî DAÎŞ´ê jî jiyana civakî tê birêxistinkirin. Perwerde û huner jî ji kevirên çarqozî yên vê jiyana civakî ne. Cengîz Kara li wargehê mamosteyê şêwekariyê ye. Wî behsa serketina hunera xwe û xwendekarên xwe yên li hunerê kir. 

     

Ji bo we huner û resm cihekî çawa digire û xwedî çi wateyê ye? 

Ji bo min huner hizir, bîr ji nû ve afirandin e û rêbaza herî baş a xwe îfadekirinê ye. Dema ku ez qala zarokatiya xwe bikim û ew dîmenên bi êş yên penaberîyê bibêjim: Çima birçî bûme, çima sermayê daye min, çima tenê mame û çima bûme şahidê gelek bûyerên biêş? Divê min ew hizr di hûndirê xwe de nehiştiba.  Dema ku toza çolên Erebistanê çav û qirika min tije dikir, hizir û giyana min ji biheskirina hunerê tije dibû. Jixwe hîn di zarokatiya min da hûnerê resm û şêwekariyê wekî guleke ji nû ve pelkên xwe vedike, di hembêza min da mezin dibû. Hemû tabloyên di mejiyê min da hatîn xêzkirin, dixwastin derbikevin derve û bibin îsbata penabertiyeke trajîk û bibin tablo, huner û nemir bibin. 


Hûn kîjan şêwazên sêwirandina resmê bi kar tînin? Rêbazên we çi ne?

Şêwazên ez bi kar tînim ekspresyonîzm, empresyonîzm, abstrakt û fovîzm im. Dema em temaşeyi van rêbazên hunerê dikin, ez dikarim bibêjim, ji bo gelê me şêwazekî weke ekspresyonîzm wate derbirînxwazî ye. Em dikarin bêhtir bi vê şêwaza hûnerê xwe bînin ziman. Her wiha di her şêwazekî hunerê de em dikarin xwe bînin ziman û bi cîhanê bidin nasîn. Lê şêwaza ez herî zêde bi kar tînim abstrakt e. Ew ji nediyarî ye, rewanî ye. Mirov temaşe dike û hest pêdike. Li gora hestan mirov dikare şîrove bike. Tabloyên şewitandina gundên xwe, şewitandina daristanên welatê xwe û buheşta Rojhelata Navîn xêz dikim. Hunera min hest û derdên min in. Êşa gelê min e û trajediyên herî zêde ku li herêma Botanê pêk hatin in. Yê ku li tabloyên min temaşe bike, wê wê çanda Botanê ya resen bibîne. Ji ber ku Botan keleha vejînê ye.


Hûn kîjan materyalan bi kar tînîn û rengan çawa bi kar tînin?

Bi pirranî meteryalên ez bi kar tînim; rengên rohn, rengên akrîlîk, rengên avî, zemq, kefçikê reng têkelkirinê û gelek amûrên tendûristyê yên weke birîn pêçanê li ser qumaşê wêne ye. Dema rengan bikar tînim, dixwazim evîneke mezin ya welatê xwe bidim diyarkirin. Ew gundên hatin şewitandin, ez dixwazim wekî dixtorekî wan bi alîkariya rengan û paçên birînpêçanê ava bikim û jiyanê bidimê. Ez bi hemû hestên xwe û hizrên xwe dikevim nava tabloya xwe û dineqişînim. 


Kîjan motîf çavkaniya resm û hunera we ne, herî zêde çi xwe dide der?

Bi pirranî motifên herêma  Botanê xwe di hunera min de didin der. Reseniya çanda herêma Botanê rengên azad di hunera min de diyar in.Her wiha bandora penaberiyê di tabloyên min de diyar e. Dema ez rengan bi kar tînim û motîfan çêdikim, ez fikra wan gundên me yên şewitî û gundên kavilbûyî tînim bîra xwe û di tabloyên xwe de dineqişînim.


Heta niha çend pêşangehên we yên şexsî û pêşangehên hevpar pêk hatin?

Heya niha bi pêşangiya min 45 pêşangeh hatine sazkirin. Ji van didu pêşangehên taybetî ji berhemên min pêk hatine. Pêşangehên din jî bi awayekî hevbeş ji berhemên min û xwendekarên min pêk hatine. Her wiha me pêşangehên xwe li wargeha Şehid Rostem Cûdî, Hewlêr, Kerkûk, Amed, Dubaî, Fransa û Almanyayê saz kirin. Mixabin me ji bilî başûrê Kûrdistanê nekarî bi awayekî zindî bi sedemên siyasî biçîn pêşangehên xwe yên ji derve. 


Hûn dikarin behsa dersdayînê bikîin Li çend polan, di kîjan astan de hûn dersê didin?  

Ez li Navenda Şehîd Delîla rojên înê û şemiyan waneyên taybet didim 55 xwendevanên seretayî, navîn, amadeyî û zanîngehê. Her wiha di betlaneya havînê de jî vê perwerdeya hunerê dewam dikim. Ji sala 2004´an ve ez bi awayekî bêberdêl û bi coş perwerdeya hunerê didim wan xwendekaran. Li dibistana Navîn a Şehîd Jiyan waneyên hunerê didim 12 refan. Li wê derê bi giştî ez waneyê didim 360 xwendekaran. Li Dibistana Navîn a Şehîd Denîz Firat ez waneyên hunerê didim 4 refan. Bi gişti xwendevanên min li vê dibistanê 120 in. Li hemû dibistan û navendê ez dersê didim 535 xwendekaran.


Hûn bi pirranî wan fêrî kîjan dersan û kîjan rêbazên şêwekariyê dikin?

Xwendevanên min yên navenda Şehîd Delîla dema ez perwerde didim wan bi awayekî gav bi gav di perwerdeyekê re derbas dikim. Destpêkê bi pênûsê, rengên avî, rengê rohn û piştre her xwendekarek şêweyekî ji bo xwe diafirîne. Li gel wê jî ne tenê pratîk xwendevanên min waneyên teorî jî dibînin. Dema ew bi pêş dikevin her yek li gora bîr û hizrên xwe wêneyan çêdike. Ez li kargeha xwe perwerda ku min li zanîngehê ditî wisa didim wan xwendekaran jî. Ji ber vê yekê asta hunera şêwekariyê ya li cem xwendekarên min, em dikarin bêjin asta xwendekarên zanîngehê ji derbas dike.


Asta serkeftina xwendekarên we çawa ye?

Piştî demeke dirêj a perwerda min a wênesaziyê, di wargehê de pêşketinek mezin di aliyê asta hunera wênesaziyê de çêbûye. Li gelek pêşbirk û pêşangehan xebatên min û xwendekarên min xelat wergirtine. Bi heman awayî di van şert û mercan de pêkanîna 45 pêşangehan bi xwe nîşana serkeftinek bê hempa ye. Em ê di bin dengê firokeyan û gormêna topên çeteyên hov ên DAÎŞ´ê de  perwerda xwe bê tirs dewam bikin. Hêviya me ew e ku siberojê em bikarin li hemû deverên Kurdistanê bi xebata xwe ya hunerî xizmeta çand û hunera gelê xwe bikin.


Jînegeriya Cengîz Kara

Sala 1987’an li gundê Hilala navçe Qilabana ser bi Şirnexê  ji dayik bûye. Ew wisa behsa xwe dike: “Beriya ez ji dayik bibim, xetên tabloya min a trajîk  û bi êş ji berê ve hatibûn kêşan. Ji ber zilm; zordarî, kuştin û êşkenceya dijmin, hîn di temenê 7 salî de min bi malbata xwe re sala 1994´an gundê xwe yê hatî şewitandin, bi cih hişt û me dest bi penaberiyek dûr û dirêj  kir.” 

Cengîz Kara hingê pêşî li wargeha Ertûşê, paşê li ya Nehdarê û herî dawî jî li Mexmûrê bi cih dibe. Ew vê pêvajoyê weha terîf dike: “Penaberbûna me ya bi cih hiştina gundê xwe, ava xwe, xwezaya xwe û zarokatiya  xwe bandoreke mezin li min kir. Êdi bi vî awayî jiyana min ya penaberî ku hîn bi dawî nebûye destpê kir. Destpêkê em li wageha Etrûş  û paşê bi gelê penaber re me heft wargeh guhertin heta em gihiştin Mexmûrê. Her wargehek di jiyana min da ji nû ve dayikbûnekê ji min re rave dike. Wekî gûlek me rehên xwe berdida hembêza axê û em dihatin çinîn. Her wargehek jiyaneke, tabloyeke, ramaneke û bi kurtasî temeneke di jiyana min de.  Sala 1998´an em hatin wargeha Mexmûrê, min dijminiya dûpişk û  maran kir, li vir yekem car min germaya cehenemê his kir.” 

Kara dibêje, wî ji yarokatiya ve gelekî girîngî bi hunerê daye û nexasim jî resm û şêwekarî ji bo wî girîng bûne. Sala 2006´an wî li Hewlêrê li Zanîngeha Selahadînê, dest bi beşa hûnerên ciwan kir û bi nota gelekî baş sala 2010´an ev beş bi dawî kir. Niha jî li Navenda Xebatên Hunera Dastan a Şehîd Delîla, Dibistana Navîn a Şehîd Jiyan û Dibistana Navîn a Ş. Denîz Firat waneyên hûnera resm û şêwekariyê li wargeha Mexmûrê dide xwendekaran.


LUQMAN GULDIVÊ