FÎDAN EL-EBDULLAH / ANHA/ŞEHBA
Jinên Efrînê yên li kampên Berxwedan û Serdem dimînin tevî ku di konan de dijîn, dev ji çandiniyê bernadin. Jinên Efrînê li pêşiya konên xwe sebze û kulîlk çandine.
Jina bi navê Cinfiyan Mihemed dibêje ew bi çandiniyê sebra xwe tînin heta ku li warê xwe Efrînê vegerin. Dayika Meqbûla Şêxo jî tevî ku nexweş e jî dev ji çandiniyê bernade, dibêje: “Ez ji zarokatiya xwe ve di nava çandiniyê de mezin bûme, gelek darên me yên zeytûn û hinaran hebûn lê piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê me dagir kirin hemû darên me şewitandin.”