Li taxa Qişla ya navçeya Geverê ya Colemêrgê li hemberî operasyon û êrîşên dewletê di 2’yê Kanûnê de konê mertalên zindî hat vedan û çalakiya nobetgirtinê dest pê kir. Çalakiya nobetgirtinê mehek li du xwe hişt û çalakî dewam dike. Welatî û nûnerên saziyan her roj bi dorveger di kon de berxwedana xwe didomînin û hin caran di kon de têkildarî pêvajoyê nîqaş tên kirin û hin caran jî welatî bi stranan kon şad dikin. Li konî KURDÎ-DER û TZP-Kurdî jî dest bi perwerdehiya Kurdî kir.
Eleqeya gel zêde ye
Mamosteyê Kurdî Îskan Duman diyar kir ku ew her şev li konê mertalên zindî perwerdeya ziman didin. Duman da zanîn ku ji bo ku gelê Kurd ji bişaftin û otoasîmîlasyonê xilas bibe divê bi zimanê xwe perwerde bibe û her tim bi Kurdî biaxive.
Duman bal kişand ser elaqeya gel a li hemberî perwerdeya ziman û got: “Gelê Geverê elaqeyeke mezin nîşanî perwerdeya zimanê Kurdî dide û her şev gel tê konê mertalên zindî û tevlî perwerdeya ziman dibe û nobetê digire.” Duman herî dawî wiha bang li gelê Geverê kir: “Ji bo jiyaneke azad û aramî divê hemû gelê me tevlî perwerdeya zimanê Kurdî bibe.”
COLEMÊRG