Şeva pêşemê jî şeva Beratê ye û heta serê sibehê tu kes ranazê. Di vê şeve de li ber dengê bilûr (Qewal), tembur û defe heta sibehê stran têne gotin, govend tê gerandin. Di heman şevê de ciwan jî, seriyê qurbana ku hatiye serjêkirin û çermê wê li ciwanekê dikin û li malan digerin. Ciwanên ku ji vê yekê re dibêjin Qarikê Batizmî, li malan tiştên wekî pere, nanê bi navê “Sewik” ku tenê di Cejna Batizmê de tê çêkirin, kom dikin.
Roja pênşemê cejin destpê dike welatî cena hevudin pîroz dikin. Di cejna ku heta êvariya yekşemê dom dike de, êvariya înê, li cihekê ku jê re dibêjin Mêlmêleh û ji heriyê hatiye çêkirin, çira têne pêxistin. Mêlmêleh di heman demê de wekî sersala Batizmî tê pîrozkirin. Sibehiya înê jî “Taşta Şêşims” tê amadekirin û li mêvanan tê belavkirin.
Dîsa di nava êrîşan de pîroz dikin
Welatiyên Êzîdî niha dîsa Cejna Batizmî pîroz dikin, lê îsal dîsa rastî êrîşan hatine û di nava tengasiyan de cejnê pîroz dikin.
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin, welatiyên Êzîdî yên Çelka jî perçe bûn û piraniya wan neçar man ku dîsa bikevin ser riya koçberiyê. Beşek kêm ên ku li herêmê mane û xwe spartine çiyayên Şengalê jî, tevî hemû zehmetiyan jî pêdiviyên baweriya xwe bicîh tînin û Cejna Batizmê pîroz dikin.
Daxwaza rizgarkirinê
Me jî li herêmê li rex şopandina operasyona rizgarkirina Şengalê, pîrozbahiyên cejnê yên ku yelatiyên li herêma nêzî Çilmêra jiyan dikin, pêk tînin şopandin. Hêvî û daxwa hemû welatiyên ku em pê re axivîn û bi operasyona rizgarkirina Şengalê keyfxweş bûne jî, di vê cejnê de rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyan e.
Dayikek Êzîdî dibêje, “Her cihekî ku em lê jiyan dikin hem bedewin hem jî ji her derekê rehettir in. Dema çete bi temamî ji Şengalê paqijkirin em ê jî vegerin cihên xwe. Di vê sermaye de sedema ku em niha li van çiyan dimînin ew e ku em vegerin Şengalê.”
Welatiyê bi navê Murat Yusuf jî dibêje ku ew her sal Cejna Batîzmî pîroz dikin, lê hinek dixwazin ku bawerî û kevneşopiyên wan bidin jibîrkirin û wiha dom kir: “Her çiqasî dixwazin vê cejna ku ji bav û bapîrên me maye, bidin jibîrkirin jî, em ê wekî her sal pîroz bikin û vê fermana komkujiya li ser me hatiye dayîn têk bibin. Çanda me dê bidome.”
Murat Yusuf bal kişand ser operasyona rizgarkirina Şangalê ku di roja 14’mîn de didome û got ku ew hêvî dikin di demeke kin de mizgîniya rizgarkirina Şengalê bigirin.
ELÎŞÊR DILOVAN/ANHA/ŞENGAL