Tevî ku hêzên YPG’ê ji bo Cejna Qurbanê bêçalaktî îlan kiribû jî, komên çete yên DAIŞ’ê li herêma Çilaxa û Serêkaniyê êrîşî pêk anîn. Hate ragihandin ku di pevçûnên herêm Çilaxa de gelek kuştî û birîndarên komên çete çêbûne, tangek wan hatiye derbkirin.

Fermandariya Giştî ya yekîneyên parastina gel YPG/YPJ’ê rojek beriya Cejna Qurbanê daxuyaniyek nivskî weşandibû û di daxuyaniyê de diyar kiribû ku ji bo rêzgirtina nirxên mirovî dê, parastina irf û adeta alema îslamî û li ser banga dostên xwe ji rêxistinên siyasî yên rojavayê Kurdistanê dê hêzên YPG/YPJ’ê di rojên Cejna Qurbanê de çalakiyan pêk neyne. Lê ligel vê daxuyaniya YPG/YPJ’ê, di yekem roja Cejna Qurbanê de Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) êrîşan pêk anîn. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin duh saet di 06.30’an de komên çekdar ên DAIŞ’ê êrîşî bendên kontrolê yê YPGê li gundê Til Elo, Til Elo Xemer û Xerab Bajar ên  Cilaxa ya Girkê Legê kirin. Li ser bersivdayîna hêzên YPG’ê pevçûnên dijwar di navbera herdû aliyan de derketine. Hat hînbûn ku di pevçûnan de kuştî û birîndarên komên çete çêbûne. Der barê hejmara kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatine bi destxistin. Heta rojnama me çû çapê jî pêvçûn bi awayekî dijwar berdewam dikirin.
Li Serêkaniyê jî komên çete yên DAIŞ’ê şevê din ji aliyê bajaroka Til Xelefê êrîş pêk anîn, lê rastî bersivdayîna şervanên YPG’ê hatin. Hate gotin ku li herêmê şerekî dem kurt derketiye û komên neçar neçar mane ku paşve biçin. Derbarê encamên pevçûnê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.  

Cenazeyê şervanê YPG’ê spartin axê
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Seededîn Şêxmûs ku duo di encama êrîşekê de jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê sedan kesî ve hate definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Seededin Şêxmûs ku duh li Qamişlo di encama êrîşekê de jiyana xwe jidest dabû, îro ji aliyê sedan kesî ve ji Mizgefta Qasimo hate wergirtin. Girseyê cenaze bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan û liv ir merasîmek lidar xist. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk û malbata şervanê YPG’ê Şêxmûs axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de li ser girîngiya parastinê hate rawestîn û soza şopandina “şehîdan” hate dayîn.
Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG’ê Seddedîn Şêxmûs bi diruşmeyan spartin axê. 

SERÊKANIYÊ/QAMIŞLO