
Bi hezaran ji xelkê Kantona Cizîrê, Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, şervanên YPJ, YPG û QSD`ê di roja yekem a Cejna Remezanê de, berê xwe da goristanên şehîdan ên li kantonê.
Ji bo cejnê bi sedan welatiyên navçeya Amûde berê xwe dan Goristana Şehîd Ismaîl. Li goristanê şervanên YPJ/YPG`ê merasîma eskerî li dar xist.
Piştî merasîma eskerî, Fermandarê YPG`ê Zana Cûdî, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Seîd Firso û li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî Mizgîn Ehmed, axivîn. Wan Cejna Remezanê li hemû malbatên şehîdan, şervanên di çeperên şer de û li hemû cîhana misilmanan pîroz kir.
Qamişlo bi şehîdên xwe serfiraz e
Li Qamişlo jî, di berbanga sibehê de roja yekem a cejnê bi hezaran kesên herêma Qamişlo berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan û berî herkesî Cejna Remezanê li cangoriyên xwe pîroz kirin.
Ji bo ewlekariyê jî hêzên HPC û Asayîşê tedbîr wergirtin. Li goristanê şervanên YPJ/YPG`ê jî Cejna Remezanê li hemû malbatên şehîdan pîroz kir.
Merasîm bi dirûşmeya `Bê serok jiyan nabe, Şehîd Namirin` û tilîliyên dayîkan dest pê kir. Hevseroka Desteya Karûbarê Şehîdan, Fatma Tahir cejna Remezanê li hemû gelên Bakurê Sûriyê pîroz kir û cangoriyên şoreşê bi bîr anîn.
Bi wêneyên Ocalan çûn serdanê
Li bajarê Hesekê jî, Meclîsa Malbatên Şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawîdiyê merasîmek bi tevlîbûna hezaran şêniyên bajêr û gundewarên wê, organîze kir. Di merasîmê de gel wêneyên têkoşerên azadiyê, al û sembolên şoreşa Rojava rakirbûn.
Piştî merasîma eskerî ya şervanên YPJ û YPG`ê, ji Fermandarên YPG`ê Xalid Hesekê axivî û Cejna Remezanê li gel û nexasim li malbatên şehîdan û şervanên di bereya şer de, pîroz kir.
Piştî axaftinê, gel cejna hev pîroz kir û derbasî nava gorên têkoşerên azadiyê bûn.
Doh berê sibehê, bi hezaran şêniyên Dêrikê û Girkê Legê jî berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat a bajarê Dêrikê. Welatiyan wêneyên Ocalan û cangoriyan hilda. Gel destegul li ser gorên şehîdan danîn, şîranî belav kirin û cejna hev pîroz kirin.
QAMIŞLO