Li Ostersundê, ji bo wergirtina sponsoriya Şampiyoniya Cîhanê ya FÎFA'ê kargehên navneteweyî yên sporê yên mîna Nike û Adîdas nînin ku li ber xwe didin. Li stadyûman, karkerên jiyana xwe ji dest dane nîne. Li Şampiyona Cîhanê ya gelên cîhanê yên bindest bi derfetên xwe pêk tîne, bayê aştî û piştevaniyê deng vedide.
Lîstikvanên 12 tîmên ji bo şampiyoniyê li ber xwe bidin, bi forma û alên gelên xwe meşiyan. Di vê xwepêşandana ku li alên Samî, Kurd, Ermenî, Tamîl, Asûrî-Suryanî li cem hev li ba ketin, futbolvanên bi hev re dimeşiyan peyamên aştî, piştevanî û biratiyê dan.
Şampiyoniya Futbolê ya Cîhanê ya bi beşdariya tîmên futbolê yên gelên di bin zextê de ne û dewleta wan nîne, di merasîma wê ya vekirinê de sê stranên fermî hatin gotin. Ji bo diyarkirina stranan li sê baskan pêşbirk hat kirin. Di kategoriya "Strana Global a Fermî" de strana hunermenda Ermenî ya bi navê "I can hear your goals", di kategoriya "Alîgiran" de strana hunermenda Kurdistanî Hêlîn Aro ya bi navê "Go!" û di kategoriya "Nûneriya Gel û Herêman" de jî strana fermî ya Samiyiyan a Kûpa Cîhanê" ya bi navê "United in the Game" weke stranên fermî yên şampiyoniyayê hatin diyarkirin.
Spor û çand bi hev re
Gelê Samiyan ku xwecihê Skandînavyayê ye, ji tûrnûvaya bi beşdariya 12 tîmên ji çar parzemînan re mêvandariyê dike. Samiyî bi armanca her wiha bi armanca danasîna çand û kevneşopiya xwe, pirsgirêk û mercên jiyana xwe çalakiyên cuda yên çandiniyê lidar dixin.
Di rojên şampiyoniya futbolê ya 1-8'ê Hezîranê de wê li Ostersundê di heman demê de festîvala çandê bê organîzekirin. Berpirsyarê Projeya Festîvalê Jerker Bexelius da xuyakirin ku wan ji herêmên cuda yên Laponyayê hunermend û rewşenbîrên Samî vexwendine û ragihand ku li gel çalakiyên çandî ewê konferansên zanistiyê organîze bikin û di van konferansan de mijarên wateya heywanên hov û santralên ba ji bo Samiyan, nîqaş bikin.
Bexelius da zanîn ku nirxandina çand û sporê bi hev re wê ji bo pêşketina hişmendiya çandî di navbera gelan de feydeyeke mezin bike û destnîşan kir ku wê Komeke Govendê ya Kurd jî beşdarî festîvalê bibe.
Eleqeya çapemeniyê
Rayedarên Conifa da xuyakirin ku ji welatên cuda yên cîhanê nêzî 100 rojnamevanan ji bo şopandina şampiyonayê serlêdan kirine û destnîşan kirin ku di nava rojnamevanên şampiyonayê bişopînin de rojnamevanên Alman, Îngilîz û kanalên televîzyonê yên Japonya jî hene."
Her wiha hat ragihandin ku maçên tûrnûvayê wê bi rêya înternet û kanalên televîzyonê zindî bên weşandin û bi mîlyonan mirov wê karibin bişopînin.
Maça destpêkê ya şampiyoniya îro destpê dike, wê di navbea Armamean Suryoyo û Kurdistan FA ên xwedî îddîa ne, pêk bê. Li Swêda ku zêdeyî 100 hezar Asûrî-Suryanî û 130 hezar Kurd lê dijîn, tê payîn ku maç ji aliyê girseyek qelebalix ve bê temaşekirin.
Di 28 maçên hefteyekê de wê tîmên Aramean Suryoye, Ellan Vannin, Zanzibar, Sapmi, Abhazya, Quebec, Kurdistan, Darfur United, Padanya, Tamil Elam, Oksitanya û Karabag ji bo serketinê têbikoşin.
MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM