Endama DAIŞ´ê Omaima Abdî doh li bajarê Elmanyayê Hamburgê hat girtin. Ew jina yek ji endamên navdar ên çeteya DAIŞ´ê Deso Dogg bû. Piştî ku mêrê wê hat kuştin, ew vegeriyabû Elmanyayê û kesî serê xwe jê neşêandibû. Lê rojnamevan Jenan Moussa karî kopyayeke daneyên telefona wê ya destan ji rayedarên QSD´ê peyde bike û heta bi mala wê ya li Hamburgê bide ser şopa wê. Hingê di televizyona Al Aan de li ser vê meseleyê gelek nûçe çêkirin û raya giştî agahdar kiribû.

Omaima Abdî doh berê sibê li Neugrabenê hat girtin û ber bi nîvrojê ve, bi helîkoptereke polîsê Elman ew birin Karlsruhe.

Sedem jî biryara Dozgeriya Federal e. Di nava tohmetên li dijî wê de bi qasî ku ji çapemeniyê re hat eşkerekirin, “endametiya DAIŞ´ê” jî heye.

Dozgeriya Federal a Elman doh Omaima Abdî weke “terorîsta” muhtemel da girtin. Ji bilî endametiya DAIŞ´ê dozgeriya federal Omaima ya 34 salî tohmetbar dike bi van gunehan jî: Binpêkirina Qanûna Kontrolkirina Sîlehên ji bo Şer, Binpêkirina Erka Xwedîderketina li Zarokan a Dêûbavan.

Li Sûrî bi Deso Dogg re zewicî

Omaima Abdî, tevî mêrê xwe yê hingê Nadar H. çûbû Reqayê, alîkariya madî ji bo xwe û zarokên xwe ji DAIŞê werdigirt da ku mêrê wê karibe here şer. Dozgerî wekî din dibêje, “Di Adara 2015´an de tohmetbarê bi rastî jî bi sîleheke AK47 şidet jî kiriye.”

Piştî ku Nadar H. di bombebaranekê de hat kuştin, bi “endamê payebilindtir ê DAIŞ´ê Denis C. re” zewicî. Ev Denis C. jî Denis Cuspert e ku bi navê xwe yê repvaniyê Deso Dogg tê nasîn. Omaima Abdî, Îlona 2016´an piştî ku bi Deso Dogg re li hev nekir, vegeriyaye Elmanyayê.

Xebero haya rayedaran jê hebû

Li gorî meqamên fermî, haya rayedaran ji Omaima hebûye, lê heta ku Jenan Moussa nûçeya wê çênekir jî, haya wan bi rastî jê nebû. Li gorî Saziya Parastina Destûra Bingehîn jî 771 selefî li Hamburgê hene û ji van 123 jî jin in.

Omaima Abdî divê îro derkeve pêşberî dadgerê lêpirsînê.

 

HAMBURG