Bi jî awayî çîrokek din a bi êş a koçberan derket holê. Hat diyarkirin ku termên hatine dîtin yên Misiriyên ku dixwestin bi awayeke qaçaxî biçin Îtalyayê ne. Tê diyarkirin ku keştiya masîgiran a ji ber arîzeyekê bin av bûye û beriya hefteyekê ji Îskenderiyeyê ber Deryayaspîr ve bi rê ketiye. 
Li gor rojnameya serbixwe li Misirê weşandê dike El Masri El Yovm, hat diyarkirin ku termên hatine dîtin ên Misiriyên ku dixwestin bi awayeke qaçax biçin Îtalyayê ne. Rayedarên ewlekariya Misirê jî dan diyarkirin ku keştî beriya hefteyekê ji Îskenderiyeyê bi rê ketiye.
Birayê kesek ji yên di keştiyê de mirin Muhammed Sabri Abdul El Alim li polîsan geriya û û got; „Birayê min û bi dehan kesên din ji Îskenderiyeyê berê xwe dan Deryaspîr. Piştî ku keştî ji Îskenderiyayê bi rê ket, di roja siyemîn de arîzeyek rû da. Niha ez nikarim xwe bigihînim birayê xwe.” Piştî ku lêgerîna hêzên ewlakariyê, li derderê keştiya bin av bû, 30 term dîtin. 
Polîsan da diyarkirin ku wana qaçaxçiyek ê mirovan bin çav kiriye, lê navê wî aşkere nekirin. Kesê hatî binçavkirin, di îfadeya xwe ya yekemîn de got;“Min ji her qaçakê 50 hezar paundê Misirî wergirt. Dema di keştiyê de ariza çêbû, bangî min kirin û alîkarî xwestin, lê ez tirsiyam, min ji aliyên peywendîdar re negot.”

ÎSKENDERIYE