Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk a dagirker, doh îdîa kiribû ku wan li Licê F.O. “bêbandor” kiriye. Niha derket holê ku ev kes Ferhat Onkol e. Yanî dewleta Tirk bi devê wezareta xwe pesnê xwe bi bêbandorkirina sivîlan dide. Navê Onkol niha di cih de hatiye bîra we; Ceylan Onkol a ku eskerên dagirkeriyê 28'ê Îlona 2009'an hîna ew 12 salî li gundê wê dema ew li ber sewalan bi topên hawanê qetil kiribû. Ferhat Onkol jî xizmê Ceylan Onkolê ye. Ferhat li gund sewalkariyê dike. Eskerên dagirkeriyê ew xistine nezaretê. Dewleta Tirk weke her carê di operasyona xwe ya dagirkeriyê ya li navçeya Amedê Licê ya doh de jî hem ji hewayê ve û hem jî ji bejahiyê ve herêm bombebaran kiriye. Di vê operasyona dagirkeriyê de tîmên taybet û eskerên Tirk bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina gundê Xirabê yê ser bi Licê de ji bilî Ferhat Onkol ê 27 salî, ji heman malê Tuba, Dîlan û Bager Oyûnlû jî hatin girtin û eskeran ew jî kirin nezaretê. Wezareta dewleta Tirk a dagirker, doh îdîakiribû ku “F.O.” û “H.K.” hatine bêbandorkirin. Lê îro eşkere bû ku F.O. Ferhat Onkol e û sîvîl e; gundiyên Ferhat vê yekê piştrast dikin. AMED