LEZGÎN AKDENÎZ / MA / AMED
Zilm ne tenê kirinek e; ew fikrek e, ew bîrbirinek e. Ango tişta mirov bîra wê nebe, wê nebe zilm jî. Di Antîgoneyê û di çîroka Xan Ehmedê Xanê Erdelanê de weke zilma herî mezin lihev nêzîkbûnek heye. Di ya yekê de zilma pêşî ew e ku cenazeyê birayê Antîgoneyê nayê veşartin û ev lê dibe zilm. Ew bi xwe dawiyê li vê zilmê tîne ûdi encamê de tê cezakirin: ne cezayekî ji rêzê, bi saxî di qesrê de tê dîwarkirin. Xan Ehmed Xan jî hozanê xwe yê ku şika têkiliya bi jina xwe re jê dibe, bi saxî dîwar dike di hundirê qesra xwe de. Bi saxî veşartin, ne cezakirineke ji rêzê ye, zilmeke ku serî pê hatiye êşandin da ku mirov bîra wê bibe. Ha dewleta Tirk jî bi tevahiya hêza xwe ji bo bîra zilmê û rengên wê yên nû bibe, serê xwe diêşîne. Li wan mirovên ku ceza kirine jî her roj bi rengên nû zilmê dike.
Mesela, li girtîgehan gelek girtî dosyeyên xwe yên pirtûkan ji weşanxaneyan re dişînin û ev tên çapkirin, lê belê îdareyên girtîgehan, pirtûkên ku wan nivîsandine, nadin wan.
Tu dikarî binivîsî lê nabe tu bibînî
Bi taybetî jî piştî Rewşa Awarte ya dewleta Tirk ragihandî, li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan pirr zêde bûn. Her çend bi awayekî resmî dawî li rewşa Awarte hatibe jî, Rewşa Awerte ya daîmî qanûnî bû, û binpêkirinên mafan jî didomin. Girtiyên ku pirtûkan dinivîsînin, îdareya girtîgehê pirtûkên wan nade wan. Girtî tenê dema tên berdan pirtûkên ku wan nivîsandine dibînin. Dosyeyên ji bo pirtûkan tên amadekirin û ji girtîgehê ji bo weşanxaneyan tên rêkirin, paşê tên çapkirin, îdareyên girtîgehê ji bo wan dibêjin “mezhura wan heye” û nadin nivîskarên wan.
Ne yek û ne didu
Girtîgeha Tîpa T a Tekirdagê pirtûkên Îsmet Taş ên bi navê “Kalıp Korkmaktansa Gitmektir Yaşam (Li şûna mirov binîne, jiyan çûn e)”, “Arîn Mîrkan” û “Yaşamın Kıyısından Umuda (Ji keviya jiyanê ber bi hêviyê ve)”, Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê pirtûka “Sînor” a Menaf Osman, Girtîgeha Şakran a Îzmîrê pirtûka “Kaniya Xezalan” a Selam Baran, Girtîgeha Tîpa T a Tekirdagê pirtûka “Meşa Jiyanê” ya Kerem Bîlen û Girtîgeha Denîzliyê jî pirtûka “Umuda Bir Ülke (Welatek ji hêviyê re)” a Firat Can desteserkirin û nadin wan.
Pêşiyê li nivîsandinê digirin
Berpirsiyarê Weşanxaneya Aryenê, Roj Agir, diyar kir ku girtiyên siyasî bi binpêkirinên mafan ên dijwar re rûbirû dimînin û got, “Gelek berhemên hêja hene, lê belê ji ber astengkirinên siyasî nadin wan û taliyê ev berhem winda dibin. Nivîsandina li girtîgehê belkî karê herî zehmet e. Lê bi ser de jî ev zext û zorî hene. Ev astengî jî dibin sedema bidawîbûna nivîsandinê.”
Agir got, pirsgirêka din jî ew e ku nivîskarên girtî nikarin pirtûkan peyde bikin û li girtîgehan pirtûk bi awayekî kêfî tên desteserkirin. Agir got, “Girtî jiyanên din dinivîsin û wiha xwe heyî dikin. Yan jî ev rêyeke ku pê rewşa xwe ya tê de ye, vebêje. Mijarên xweser bi pênûseke jêhatî radigihînin. Ev pirtûk mirovan ber bi jiyanê ve dibin. Di pirtûkên wan de cudahî, wate û heza ji bo jiyanê heye.”