Têkilî kuştina Walî Lubcke yê wilayeta Kasselê ku 2´yê Hezîranê hatibû kuûtin, 2 Neonaziyên din hatin destgîrkirin. Polîsan li malên bergumanan depoyeke çekan dît.
Neonaziyê bi tohmeta kuştina Lubcke girtî, Stephan Ernst li xwe mikur hat ku wî walî kuştiye. Li ser vê yekê , polîsan lêpirsîn berfirehtir kir. Li du bajarên Elmanyayê bi operasyonan Elmar J. û Markûs H. jî bi îdîaya ku ‘’alîkarî” dana kujer û ew “vehewandinê’’ hatin destgîrkirin.
Elmar J. yê 64 salî li Hoxter a Eyaleta NRW’ê hat destgîrkirin. Çeka ku Lubcke pê hatî kuştin jî wî sala 2016’an firotiye Stephan Ernst.
Markus H. ê 43 salî jî li Kasselê hatiye girtin. Ew ji mêj ve li derdora neonaziyan tê naskirin û haya wî ji kuştinê hebûye.
Wekî din malpera kovara Der Spiegelê ragihang ku li gorî agahiyên ku ji polîsan wergirtine, di dema operasyonê de depoyeke çekan hatiye bidestxistin.
2015’an dema ku penaber ber bi Elmanya ve hatin, ji ber ku destek dabû da ku Merkel deriyan veke, neonaziyan gef li Waliyê Herêma Kasselê, Walter Lubcke xwaribûn û di dawiyê de jî 2´yê Hezîranê ew kuştibûn.
KASSEL