Rêxistina BDP'ê yê navçeya Peyasê, bi minasebeta meha rojiya remezanê xwarina fitarê da endam û rêveberên MEYA-DER û TUHAD-DER'ê. Xwarina fitarê li Park Restoranê hate dayîn. Di xwarinê de Serokê BDP'a Amedê Mehmet Alî Aydin, Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, endam û rêveberên BDP'ê, endam û malbatên MEYA-DER û TUHAD-DER'ê jî di navde nêzî 500 kesan amade bûn. Di xwarinê de Serokê BDP'a Amedê Mehmet Alî Aydin axaftinek kir û operasyonên herêmê û astengiya li pêş hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir.

AMED