Li Tirkiyeyê her roj siyasetmedarên kurd tên girtin û her roj cih li girtiyên girtîgehan teng dibe. Duh li Bazîdê 15 siyasetmedarên kurd, îro li Wanê 7 siyasetmedarên kurd hatin girtin. Li gorî daneyên îstatîstîka meha Adarê ya Midûriyeta Giştî ya Girtîgehê ya Wezareta Dadê hêjmara girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê 132369 e. Tenê di meha dawî de li Tirkiyeyê7 sed û 52 kes hatin girtin. Li gorî rapora Midûriyeta Girtîgehan li girtîgehên Tirkiyeyê 983 kes li erdê radizên. Li gorî daneyên TÎHV'ê yê 3 mehên dawî cih di girtîgehan de nemaye. Li gorî rapora Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, li girtîgehên vekirî7 û li girtîgehên girtî jî 876 girtî zêde ne. Li gorî rapora meha Adarê li Tirkiyeyê 125270 girtiyên zilam, 4818 girtiyên jin û 2281 zarok bi tevahî 132369 girtî di girtîgehan de dimînin.

Di  mehekê de 2 hezar girtî
Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan di salekê de 8453 girtî zêde bûne. Tenê di meha dawî de 1752 kes hatin girtin. Di meha sibatê de 2226 kes hatin girtin. Di 30 rojên dawî de 1752 kes hatin girtin.
Li Tirkiyeyê 47487 kes hêj doza wan didome û bêyî ceza li girtîgehan tên girtin. 7222 girtî jî ceza li wan hatiye birîn. Ji 7222 kesan 5124 kez ji cezayê "Rêxistina dijzagonî" hatine cezakirin.
Di 3 salên dawî de zêdeyî 8 hezar sisayetmedarên kurd hatin girtin. Di 7'ê hezîranê de d navde Şaredarê Wanê Bekir Kaya û Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cuneyt Caniş jî di navde 10 kes hatin girtin. Duh li Bazîrdê 15 kes û îro li Wanê jî 7 siyasetmedarên kurd hatin girtin.
Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metin Bakkalci, anî ziman ku Wezîrê Dadê diyar dike ku dê heta 2014'an girtîgehên nû çêke, lê ev ne çareseriyê dê bi xwe re pirsgirêkên din bîne. Bakkalci da zanîn ku rewşa girtîgehan demokratîkbûna Tirkiyeyê dide nîşan û wiha got: Di dîroka komara Tirkiyeyê de heta niha ew qas kes nehatine girtin. "


EMİNE ALTINKAYA / DÎHA/ENQERE