Kampanyaya ku ji aliyê rêxistinên civakî yên weke Rêkxistina Jinên Azadixwazên Kurdistanê (RJAK), Hemwelatiyên Azad, Gencanî Welatparêz, Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistan (PÇDK), Partiya Ayendeya Kurdistan û gelek rêxistin û partiyên din ve hatibû destpêkrin rojbiroj eleqeya gel zêde dibe. Kampanya ku di çarçoveya kampanya li Ewrûpa û welatên Rojhilata Navîn û Qafqasan ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin û zêdetirî 5 milyon îmza hatine komkirin, li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de ji bo komkirina yek milyon îmza li hemû deveran kampanya hatine destpêkirin. Li Hewlêr pêwîste di nava sê mehan de 300 hezar îmza werin komkirin. Kampanyaya ku li rastî eleqeya gel tê heta, di nava heftiyekê de 15 hezar îmza hatine komkirin. Têkildarê kampanyayê ji komiteya amedekar û beşdarvanên kampanyayê ji ajansa me re axivîn.


Armanc 300 hezar e

Endamê Komîteya Amedekar û endamê Tevgera Hemwelatiyên Şerzad Hesen diyar kir ku bi hevkariya gelek rêkxistinên civakî û partiyên siyasî kampanya hatiye destpêkirin û pêwîste li Hewlêr tenê 300 hezar îmza werin komkirin: “Armanca vê kampanyayê azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyêne. Li gorî heftiye ku me li Hewlêr destpêkiriye eleqeya gel pir başe û heta niha 15 hezar îmza hatine komkirin. ji bo vê jî em bang li gelê xwe dikîn beşdariya xwe ji kampanyayê re bidin çêkirin.”
Endamê Komîteya Amedekar a kampanyayê û Endamê Meclîsa Partiya Ayendeya Kurdistan Aware Mamoso Dizeyî jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Mebesta me ya vê kampanyayê ewe ku zextê li dewletên navnetewî bikîn ku birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ji zindanê azad bibin. Ji bo vê jî weke piştgirî dayina kampanyayên li Ewrûpa û gelek cihên din hatiye destpêkirin, me li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê jî kampanya destpêkiriye. Lewma em bang li gelê xwe dikîn ku, Rêber Ocalan ne tenê rêberê Bakurê Kurdistanê ye ew rêberê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Lewra azadiya birêz Ocalan di heman demê de çareseriya pirgirêka Kurd bixwe re tîne ji bo vê jî pêwîste gelê me bi hişmendî nêz bibe û îmza bavêjin."

DÎHA/HEWLÊR