Fatma Savci yek ji wan nivîskaran e ku kêmasiya warekî, jiyana wê beralî kiriye, têxistiye nav xumamiyê û bi awayekî giran dûçarî encamên wê bûye.

 

Nurgul AY

 

Û ji tirsa digirîm carna dibê ku bo mirinê jî

welatek min î ask cebirî û azad çênebe tu car…

                                                                        Fatma SAVCI

 

Fatma Savci yek ji nivîskarên Kurd ên jin e ku bi şer, şidet, êşkence û hwd. a li ser Kurdan, bixwe rû bi rû maye. Gelek salên ji temenê wê şahidî li dîrokeke xedar û bişewat kirine. Di sala 1974´an de li gundekî Nisêbînê yê bi navê Girêmîra ji dayik bûye. Di şanzdeh saliya xwe de, li dijî polîtikayên dewletê yên înkar û şidetê derdikeve serê çiyê. Di sala 1992´yan de tê girtin. Yanzdeh sal û heşt mehan di girtîgehê de dimîne. Di jiyana xwe de yek bi yek bûye şahidê encamên ‘bêwarbûn’ê. Di berhemên Fatma Savci de hemû pêjnên parçebûnê, têkçûyînê, bîrê, şidet, şer û hwd. xuya ne, li ber çavan in. Em ê di vê nivîsê de ji ser têgeha ‘Bêwarbûnê’, bi kurtasî li helbestên Fatma Savci binihêrin.

Hey ku bêwelat e

Meseleya ‘bêwarbûn’ê dewseke pirr mezin li ser hiş û ruhê nivîskarên Kurd çêkiriye ku di gelemperiya berhemên nivîskarên Kurd de em li rastî vê têgehê tên. Fatma Savci yek ji wan nivîskaran e ku kêmasiya warekî, jiyana wê beralî kiriye, têxistiye nav xumamiyê û bi awayekî giran dûçarî encamên wê bûye. Di helbesta wê a bi navê Destanrêş (Dotmara Lal, r. 51) de ev dews û xumamî bi awayekî diyar derdikeve pêşiya me:

Hey ku bêwelat e

û nizane riya wê ber kû ve ye

hebûna wê her kêlî

danê di nav nikilê teyrê Baz de ye

Di vê helbestê de bi metafora ‘baz’ tê gotin, çawa ku her kêlî teyr dikare danê di nava nikilê xwe de bixwe, desthilat jî dikare her kêlî hebûna yekî/ê, hebûna netewe tine bike ku sedema vê yekê ‘bêwarbûn’ e. Bêwelatî qedera netewe meçhûl dike û diêxe nav nikilê desthilatê.

Gundên şewitî yên bîra wê

Bewelatîbûnê hiştiye ku Kurd çavê xwe di nava şer de, di nava xwînê de vekin. Kiriye ku dûçarî astengî, êş û bîreke bikul bibin. Helbestvan di helbesta Mêrgeşîna Çavan (Gulên Qasîd, r. 21) de wiha dinivîse:

Gundên şewitî

agir berdidin bîranînên xwe

di xewnên me de…

Bi taybetî di salên 90´î de gundên şewitî di bîra Kurdan de şopeke mayînde hiştiye ku dê her tim ew agirê di wê bîrê de bişewite û bi heya xewnê şevan sor bike. Mijarên berhemekê dikarin dîrok, çand, terza jiyînê a serdemekê li ber me raxin. Ji vî aliyî ve, bi şahidiya xwe, Fatma Savci di berhemên xwe de, gelek bûyerên ji serdema xwe li ber me radixe:

Hinekî ji kenê çavên xwe bide min

ez ê di zertavê de,

di sariya êşkenceyekê de,

di tariya hûcreyekê de

di êşa cûdabûneke dijwar de,

di dûrbûna evîndarekî de

we li ber germ bikim (Gulên Qasîd, Ken, r. 79)

Di vir de em li rastî serboriyên bişewat, êşeke bêsînor tên ku qala serboriyên xwe yên di girtîgehê, êşkenceyê de dike ku Kurdên bêhejmar ji ber nasnameya xwe, ji ber bêdewletiya xwe dûçarî vê şidetê, êşkenceyê bûne. Êşa wê ya bêsînor di helbesta Kedera Qurnefîlî (Bîra Birînê, r. 83) de bi rengekî din wiha derdikeve pêşiya me:

Em hilgirê girî û agirî

Kulîlkên besimînan

maçegulên evîndaran venebû li bihuşta singên me

em hilgirên girî û agirî                                                                                                                                                    kerwanên tol û ehdan

      sozdarên xalxalok û nêrgîzan bûn.

  barê me mûm û çira

û welatekî çarpiştî bû…

Temenekî ku ji ber ‘bêwarî’yê bi keser û kirasê ji êgir tijê bûye di Kedera Qurnefîlî de tê ravekirin. Ev helbest û gelemperiya helbestên Fatma Savci qala dîrokek veşartî, welatekî perçebûyî, jiyaneke têkçûyî, nifşekî şewitî, lawaziya zarokatiyekê, armanc û dawxazên nepêkhatî, xumamiyê dikin ku em di bingeha problematîka hemûyan de li liqayî têgeha ‘Bêwarbûn’ê tên.