
Ax Rojava
Piçûkê çar biran
Zanibe ber li te difikirim
Xew hew bi çavan dikeve
Rûhew dikene
Heta ku zilm dewam dike li hinavên te
Li ber xwe bide Rojava
Roj roja berxwedanê ye.
Piştî ku camêr xwendina helbestên xwe bi dawî kir jî axivî: “pirr bi dilgiranî ez dixwînim van helbestan, ya rastî xwendina helbestan ji dilê min nedihat, lê ji bo ku balê bikişînim ser rewşa li Rojava û Kobanê min keys lê anî û min ev derfet weha bi kar anî.”
Ji ber ku ez Kurd im
Paşê ez çûm cem helbestvên û min jê pirsî ka dikarim çend pirsan jê bikim. Navê wî Kamîl Uzun bû û ev jî pirtûka wî ya duyemîn a helbestan bû ku diweşîne. Ev sê sal in herî zêde bi helbestan mijûl e. Lê ew ji sala 1989´an ve perwerdekar e, li baxçeyekî zarokan kar dike û wekî din şêwirmendiyê dike li ser mijara pirrçandîbûn û meseleyên navçandî. Niha plan dike pirtûka xwe ya sêyem a helbestan li heman weşanxaneyê derxe.
Min got, “ere tu helbestên xwe dixwînî, lê çima Rojava, çima ev nivîsa ´free Kobanê´, ´free Kurdistan´? Wî jî got, “ji ber ku ez bi xwe Kurd im. Dem e her rewşenbîr, nivîskar, sîyasetvan li hember vê komkujiya li Kurdistanê bibe xwedî helwêst. Ji bo Kobanê jî divê piştgirî were organîzekirin, divê mirov pişta berxwedana li Kobanê û şoreşa li Rojava bigire, lê xwedî derkeve.” Kamîl Uzun bi bîr dixe ku Rojava di dîrok de li tevahiya parçeyan xwedî li têkoşîna gelê Kurd derketiye û weha dewam kir, “Rojava bêmînak e, ji ber vê bûn armanca êrîşan, her koma dînî, her koma etnîk, zarok û nexasim jî jin di vê şoreşê de xwe bi xwe birêxistin dikin û dibin beşeke çalak a civaka demokratîk. Ji ber vê jî Rojava pirr grîng e û divê her kes ji bo Rojava têbikoşe”.
Navê pirtûkê li ber dilê min Rojava ye
Kamîl Uzun xwestiye navê pirtûkê bixe Rojava, lê belê ji ber ku ji bo wî zehmet bû “barê vî navê giran” hilgire, biryara xwe gihertiye. Dema em bi hev re peyivîn, min got, “navê te bi min pirr xerîb nîne, gelo em hev nas dikin?” Wî got, “na, lê dibe ku te navê min bihîstibe.” Erê min navê wî bihîstibû, li pişt navê wî serhatiyeke xezeba mirovî bike pereng hebû: 10´ê Gulana 2014´an Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryarek da bû der barê Tirkiyeyê de û Tirkiye ji ber bimpêkirina mafê jiyanê mehkûm kiribû. Kesê ew doz li Tirkiyeyê vekirî Kamîl Uzun bi xwe bû. Dewleta Tirk dayika Uzun li gundê wê yê li Kixî ya Çolikê şeveke îlona sala 1994´an bi bombeyê qetil kiirbû. Ji ber wê jî Kamîl Uzun dibêje, girîng e mirov xwedî li doza xwe derkeve. Pirtûka xwe ya pêşî jî bi navê “xwîn ji çariya dayika min hatiye” ji bo bibîranîn û bibîrxistina vê bûyera trajîk a jiyana xwe û beşek ji şerê qirêj ê dewleta Tirk weşandiye. Hizna di çavên Uzun de hem ji ber bibîranînên wî bû û hem jî ji min re got, “ez xemgîn im ku nikarim bi zimanê xwe yê dayikê bi hîsanî xwe îfade bikim.” Ya rastî, Uzun bi Kurdî bi min re peyivî û xweş peyivî, bi hêviya ku dest bi nivîsîna bi Kurdî bike min xatirî xwe jî xwest.
“Em her pirtûka baş çap dikin”
Dr. Manfred Fisher birêveberê Deutscher Lyrik Verlag e. Min xwest ji wî bipirsim ka pirrzimanî mijarek e ji bo ku gelek ehemniyetê pê didin. Diyar e na, lê bi çend zimanan dibe bila bibe, piştî ku yek ji wan zimanan Elmanî be û helbestên wan baş bin, ew amade ku pirtûkan biweşînin. Li ber destê wan hezar pirtûkên ku dikarin di cih de bigihînin ber destê xwendevanan hene û her sal sed pirtûkên nû jî çap dikin. Nîvê van pirtûkan jî yên helbestan in. Ew dibêje, em dikarin pirtûkên bi zimanên biyanî jî çap bikin, lê bi tenê heke weşangeheke bi wî zimanê hevkariyê bike, lewma ew xwendevanên zimanên din li Elmanyay nas nakin.
LUQMAN GULDIVE/FRANKFURT