
Dozger, di îdîanameyê de ji bo Kurdî gotina "qaşo zimanê zikmakî" bikaranî û helwesta bîrdoziya fermî careke din nîşan da. Dozger, di îdîanameyê de têkildarî nûçeyên hatin çêkirin wiha got: "Têkildarî çalakiyên bi fermana rêxistina terorê yên têkildarî perwerdehiya qaşo zimanê zikmakî hatin çêkirin"
Derheqê Kaya û Altan de bi îdîayên "Li gel ne endamên rêxistinê ne, li ser navê rêxistinê sûc kirine", "Agahiyên îstîxbarî dan rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kirine" ji her yekî re 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Danişîna Kaya û Altan dê di 6'ê sibatê de li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.
ANF/AMED
Kurdî red, kir lê ya Erebî qebûl kir
Li navça Qosera Mêrdînê di encama serdegirtina malan a hevdem de 8 kes hatin binçavkirin. 8 Kesên îfadeya wan hat girtin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Her wiha dozger parastina bi Erebî qebûl û ji bo ya Kurdî jî red kir.
Li navça Qosera Mêrdînê polîsan bi awayeke hevdem bi ser gelek malan de girtibûn. Di encama serdegirtinan de Hevseroka navçê ya berê Gurbet Tekîn, Rêvebirên BDP'ê Nurhan Ozel, Cengîz Demîrkiran, Mashar Akman, Çetîn Yuksel û Endamên Meclîsa Şaredariyê Hamdullah Bulut, Beşir Dal, her wiha Serokê MEYA-DER'ê Fettah Tekin hatin binçavkirin. 8 kesên ku îfadeya wan girtin, hatin girtin û rêkirin girtîgeha Tîpa E'ya Mêrdînê.
Parastina Erebî qebûl kir
Rêvebirê BDP'a Qoserê yê berê Mashar Akman di dadgehê de diyar kir ku ji ber zimanê wî yê zikmakî Erebî ye û dixwaze parastina xwe bi Erebî bike. Ev daxwaza Akman ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Lê daxwaza parastina bi Kurdî ya 7 kesên din ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.
15 kesên li Rihayê bi hinceta tevlî meşa şermezarkirina komkujiya li Roboskê bûne di serdagirtina malan de hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin.
18 kesên 2 roj berê li navçe û navendan Rihayê hatin binçavkirin jê 3 kes duh li Midûriyeta Polîsan a Rihayê serbest hatin berdan. 15 kesên din ên di nav de Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK'ê û Şaxa SES'ê ya Rihayê Îsmet Karadag, Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê Naîme Bayram û Endama Meclîsa Şaredariya Wêranşarê Ayşe Surucu jî hene serê sibê sewqî dozgeriyê hatin kirin.
RIHA/MÊRDÎN