Romana Charlotte Links a bi navê Mala Xwîşkan (Das Haus der Schwestern) behsa mijareke têra xwe têkilhev dike. Lê ez ê li vir behsa romanê nekim. Jin û mêr ku li bajarê Frankfurtê têra xwe serketî ne, di mala xwe de ji hev qut û sil dibin. Nêzî çil saliya xwe jin pê dihise ku benê wan bi hev ve girê dide li ber qetînê ye. Ha hingê berê xwe didin betlaneyeke ku vî benî ji nû ve stûr bike. Ji bo vê jî malekê kirê dikin. Maleke ku tevahiya milk û mîrasa jineke pîr e ku jê re ji têkiliyeke weke gijolekê mîras maye. Ji bo ku karibe wê malê li ser piyan bigire û ji bo ku karibe şantaja kesekî bi sireke wê dizane bêtesîr bike, ev jina pîr, xaniyê xwe dide bi kirê. Ango ev mala ku ji bo wê bibîranîn e, mekanê jiyanê ye, manedarkirin û manebarkirina madî û manewî ya jiyana wê lê pêk tê vediguhere bazarekê, hem jî bazareke tîcarî.
Hinek dikarin bibêjin ê çi bûye, pêdiviya wê bi malê ewqasî nîne û parve dike. Parvekirin dilpakiyek e, û helbet pesindayîna wê ji bo herkesî tiştekî asayî ye. Lê na, mirov parve bike, ne wisa ye. Ma mirov di encama bazarekê de parve dike? Gelo dema ez mala xwe li hewceyan vekim, xwarina xwe bi wan re parve bikim, ez bazarê dikim bi wan re? Helbet na û ha ev dever e cihê ku em karibin meseleyê ji hev derxin.
Fîlozofê Elman ê bi eslê xwe ji Koreya Başûr Byung-Chul Han Îlona par di rojnameya navdar a Elman Süddeutsche Zeitung de li ser vê mijarê nivîsî. Wî ev bazara tîcarî ku heta bi nava malan çizirî, kete nav meydan û holikên me yên herî pîroz jî weke sedema sereke ya wê yekê b nav kir ku dike ku bi ya wî "êdî şoreş ne mumkin bin". Byung-Chul Han îşaret bi wê yekê dike ku di sîstemekê de ku bazara tîcarî heta bi şaneyên herî hûr jî çizirîbe, hingê herkes li dijî herkesî û li dijê xwe dikeve nava reqabetekê, hevrikiyeke ku bi tenê lawaz dike. Ango berê şoreş mumkin bû lewma di navbera bindest û serdest de xetên diyar hebûn. Lê îro haya bindest ji bindestiya wê/î nîne. Bi ser de jî dema nerazî yan jî neserketî ye, kesekî li derve berpirsiyar nagire, berê tîran dide şexsê xwe û xwe berpirsiyar digire. Li gorî Byung-Chul Han ev yek jî dibe sedem ku ew şîdeta caran berê xwe dida serdestan û rê li ber şoreşan vedikir îro berê xwe bi pirranî dide xwe bi xwe.
Baş e gelo bi rastî jî divê em evqasî bê hêvî bin? Tiştên ku Byung-Chul Han dibêje dibe ku qismî ji bo cîhana rojavayî lê bin, lê li wir jî ne bi temamî. Lewma ew bazara ku bi siyaset û îdeolojiyên neolîberal pê heta bi nava malê jî veguherî bazarek tîcarî ne li her deverî ye. Yan din jî ew e ku Byun-Chul Han ferz dike ku mirovên di nava vê civaka piştî modernîteyê bi bindestiya xwe nikaribin bihisin, lewma xwe azad hîs dikin jî ne mijarek e ku dikare were giştîkirin. Rast e ku sîstema dewletên rojavayî meydanên jiyanê yên li derveyî xwe teng kirine, lê ji holê ranekirine. Dema hêvî biçizire nava van meydanan hîç guman jê nîne ku wê derfeta veguherîna civakî jî bi xwe re derêxin holê.
Byung-Chul Han îşaret bi têgeha "multitute"ê dike ku Michael Hardt û Antonio Negri bi pêş xistine û dibêje ev koma kirdeyên civakî yên bi xwe hisiyayî di nava tevneke rêxistin û kordînasyonê de ji ber sedemên li jor behsa wan kirî, ne mumkin e. Lê belê li Rojava tişta em dibînin ew e ku civak dikarin bi fikrekê, bi texayuleke azadiyê dest bi karekî bikin û rastiya jiyana xwe û xwebûna xwe ava bikin. Ev jî ji şoreşekê kêmtir nîne.
Ez vegerim romana Charlotte Link, herî dawî jina pîr wî xaniyî (lewra êdî ne mala wê ye) difiroşe, dest bi jiyaneke nû dike û dema vê dike jî bi xwe hisiyaye ku ew mala wê ji ber tirsa wê ya ji derve, tişta nenas û biyan bû; vî kirasê tirsê ji ser xwe diavêje û berê xwe bi pîrîtiya xwe dide siberojeke nediyar. Ez nizanim gelo nivîskarê bi zanîn wisa kiriye yan na, lê karaktera wê ew mala ku bi tîcarîbûn û bazarê lewitî ji xwe dûr dike û di jiyana xwe de ji bo carê gavekê diavêje ku ji bo wê şoreşek e. Ji ber wê jî ez Byung-Chul Han ê ku pê nezanîna bindestbûnê weke diyardeyeke neguhere dinirxîne û li wan kirdeyên ku muhtemel e "multitude"eke ji kirdeyên li kirdebûna xwe hayil peyde bikin, pirr reşbîn dibînim. Bi fikra min ne bi tenê li Kurdistan û Rojhilata Navîn li seranserê dinyayê îdeolojiya neo-lîberal û siyasetên wê yên bi destê dewletan li ser kom û ferdan tên ferzkirin mirov xemgîn, reşbîn û ji jiyanê sil kirine, ev nabe ku dewam bike. Mirov wê li alternatîfan bigerin û ev lêgerîn wê wî deriyî veke ku li pişt wan guherînên civakî û şoreş hene.