Di konferansê de biryara li Amed û Hewlêrê Navenda Meclisa Jinên Kurd a Neteweyî bê vekirin hate girtin.
Di 7’emîn Konferansa Asayî ya Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) bi solgana „Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya jinê ye, ewlehiya wî, ewlehiya jinê ye, azadiya wî azadiya jinê ye“ hate lidarxistin, piştî niqaşên du rojan ên fireh bi dawî bû. Jinan 2 rojan li ser mijarên „Xweseriya Demokratîk û Jin“, „Yekîtiya Neteweyî û Netewa Demokratîk“, „Ekolojî, ehlaq, estetîk, dîplomasî, parastina cewherî, aliyên siyasî, civakî, çandî, civak û ziman“ niqaş meşandin. Di konferansê de parlementerên BDP’ê yên jin û şaredarên jin yên herêmê jî di navde 200 delege li Salona Konferansa Vedat Aydin ya Rêxistina BDP’ê a Bajar amade bûn. Piştî niqaşên 2 rojan konferans bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Konferans diyarî Evrim Demîr a di salvegera 14’ê Tîrmehê de bedena xwe da ber agir hate kirin. Encamname ji aliyê aktîvîsta DOKH’ê Fatma Kaşan ve hate xwendin. Kaşan, diyar kir ku gelê kurd û tevgera azadiya kurd di 30 salên dawî de di aliyê têkoşîna neteweyî û bîrdozî de gavên dîrokî avêtiye. Kaşan anî ziman ku li dijî modela hişmendiya serdest û zilam a netew-dewletê têkoşînek dijwar daye û xwe spartiya têkoşîna gelê demokratîk û şoreşger û li ser bingehê azadî, wekhevî, aştî û kedê bilid bûye, Kaşan, bilev kir ku her tim li dijî koletî, kedxwarî, înkar û îmhayê têkoşîna azadiyê meşandiye û bi projeyên Netewa Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk û Xweseriya Demokratîk ber bi bîrdoziya azadiyê ve meşiya ne.

Mîmarê siyasetê Ocalan e
Kaşan, destnîşan kir ku mîmarê ruhê siyaseta demokratîk û bîrdoziya azadiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: „Li dijî statuya dewletên serdest, gelê Rojhilata Navîn di nava serhildanê de ye. Hemû gelê herêmê li ser siyaseta azad dixwazin statuya xwe ji nûve bi dest bixin. Gelê kurd di dîroka siyasî û civakî de statuyek dîrokek bi dest xistiye.“ Kaşan, bilêv kir ku hikûmeta AKP’ê ji bo rê li pêşiya statuya gelê kurd bigire, li ser hêviyên sexte yên çareseriyê lîstikan dimeşîne û gel dixapîne.

‘Tecrîda li ser Ocalan’
Kaşan, bal kişand ser pêkanînên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: „Tu sinc û aliyê mirovahî yên tecrîda li ser Brêz Abdullah Ocalan tê meşandin û operasyonên siyasî û leşkerî tune ye. Ev tecrîd û îsolasyon nayê qûbûlkirin. Medyaya şer û hikûmeta AKP’ê li dijî gelê kurd bi zanebûn polîtîkayên aloz û berovajî dimeşîne. Ji destpêkê de li dijî gelê kurd di nava êrîşek taybet de ye û li dijî bîrdoziya azadiyê bîrdoziya koletiyê pêş dixe. Bi taybetî di pêvajoya bêçalakiyê de operasyonên siyasî û leşkerî zêde bûn. Di vê pêvajoyê de nêzî 5 hezar siyasetmedarên kurd hatin girtin. Denê di meha adarê de 50 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Êdî li hemberî van polîtikayan tehamula gelê kurd nemaye. Brêz Abdullah Ocalan piştî polîtîkayên AKP’ê yên xapandinê zelal bû, xwe ji diyalogê paşve kişand. Piştî Brêz Ocalan xwe da alî tecrida li ser girantir bû. Hemû beşdarên Konferansê, pêkanîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan wekî êrîşa li dijî azadiya jinê dihesibîne û vê pêkanînê red dike.“

‘Banga meşa azadiyê’
Kaşan, bilêv kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî samîmî çareser bibe û têkeve rêya çareseriyê divê berî her tiştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigehije azadiya xwe û tenduristiya xwe. Kaşan, da zanîn ku wekî tevgera jinan li ser esasê azadiya Ocalan çalakiyên siyasî u helwesta civakî wekî perspektîfa siyasî ya jinan dibînin. Kaşan, anî ziman ku Rêberê PKK’ê Ocalan vîna siyasî ya gelê kurd û jina kurd e û wiha got: „Brêz Ocalan rûmeta neteweyî ye. Heta ku vîna me ya siyasî û neteweyî Brêz Ocalan azad nebe, tu hewldanên çareseriyê li ser rêgezên sincê pêk nayên. Divê berî her tiştî Brêz Ocalan azad bibe. Jina kurd bi şîara ‘Ji Ocalan re azadî“ banga tevlêbûna meşa Gemlîkê dike.

‘AKP Berpirsyar e’

Kaşan, bilev kir ku di serdema hikûmeta AKP’ê de kuştina jinan zêde bûye û berpirsiyarê kuştina jinan Erdogan û hikûmta wî ye. Kaşan, daxuyand ku ew xwedî erk û mîsyon in ku li hemberî ked û hewldana azadiyê ya dayikên aştiyê vîna azad diyarî wan bikin û wiha got: „Ji 8’ê Adarê heta niha kampanya „Ji qirkirna jinê re na“ me daye destpêkirin û têkoşîna me ya li dijî kuştina jinan didome. Di serdema hikûmeta AKP’ê de rêjeya kuştin û tundiyê ji sedî hezar û 400 zêde bûye.“ Kaşan, derbirî ku di vê sedema hikûmeta AKP’ê de AKP berpirsiyarê qirkirin û kuştinên jinan e.

Pêdiviyên civakî
Kaşan, bal kişand ser xebatên kampanyayê û wiha got: „Li dijî tacîz û tecawizê û her wiha li dijî tundiya li dijî jinê têkoşîna jinan jî dê zêde bibe. Dê hêjmara saziyên ku pêdiviya civakê pêk tîne zêde bibe. Me bi kampanayên cuda xwest di hişê civakê de hişmendiyekê pêş bixin. Em bawer dikin ku me bi van kampanyayan di hiş û mejiyê civakê de pêşketinek pêk anİye.“ Kaşan, daxuyand ku armanc dikin ku xebatên xwe yên qada Xweseriya Demokratîk bi awayekî çalak pêş bixin û wiha pêde çû: „Em dixwazin li ser vê bingehê azadiya jinê di hemû qadê jiyanê û civakê de pêş bikin û serdest bikin.“

Konferanda Neteweyî

Kaşan, li ser biryarên ku di konferansê de girtine jî rawestiya û biryar wiha rêz kirin.“Di qadên rêveberiyên herêmî de dê xebatên koperatîvbûnê bên zêdekirin. Di qada perwerdehiyê de perwerdehiya zimanê zikmakî divê li her taxê têkeve jiyanê. Divê çanda jiyanê ya jinê di nava saziyan û civakê de bê heman astê. Divê li her bajarî akademiyên Jinan ên Siyasetê bên vekirin. Divê li hemû bajaran navendên tenduristiyê têkevin meriyetê. Divê jin li dijî tundiya li dijî xwe aliyê xwe yê parastina rewa pêş bixin. Di vê serdema ku tê xwestin kurdan bê statu bihêlin de; li ser biryara 1’emîn Konferansa Jinan a Neteweyî 2’yemîn Konferansa Jinan a Neteweyî bê lidarxistin. Ji bo li dijî şerê ku li Kurdistanê pêk tê aştiyek mayînde pêş bikeve divê yekîtiya jinên kurd bên avakirin. Divê jina kurd di Konferansa Neteweya Kurd de rol û erkê xwe bi cih bîne. Divê jina kurd li dijî polîtîkayên înkar, bişaftinê yên dewletên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê helwesta xwe zelal bike. Her wiha biryar hate girtin ku jin kurd di asta herî jor de di qada dîplomasî û siyasetê de rol û mîsyon bide ser xwe.

Kaşan, di dawiya encamnameyê de anî ziman ku dê di cotmeha 2011’an de li Hewlêrê 2’yemîn Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî li Hewlêrê pêk bînin û biryar girtine ku li Amed û Hewlêrê Navenda Jinan a Neteweyî ava bikin. Piştî xwendina encamnameyê delegeyan dirûşim berz kirin û bi dilîliyan bi dawî kir.

AMED-DÎHA