Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) li Parîsê bi beşdariya 300 delegeyan kongreya xwe li dar xist.
Li hola kongreyê, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarta ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ û pankarta li ser grevên birçîbûnê hate daliqandin. Gelek nûnerên saziyên sivîl, sendîka û partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûn.
Piştî hilbijartina dîwanê, axaftin hate kirin. Rêveberê Şaredariya Parîsê Lan Brossat, Hevberdevkê Keskan Sandra Regol, parlamenterê berê Sergio Coronado, çalakgerê greva birçîbûnê Ozkan Ozdemîr û Rêveberê Sendîkaya CGT’ê Jacques Leleu di kongreyê de axivîn.
Lan Brossat di heman demê de namzetê endametiya Parlamena Ewrûpayê (PE) yê Partiya Komunîst e. Wî di kongreyê de got, “Bi mehan e, bi hezaran Kurd li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Li PE´yê ji bo ku Tirkiye peywira xwe bi cih bîne, ez ê têbikoşim. Partiya me û parlementerên me wê piştgiriyê bidin têkoşîna gelê Kurd.”
Em ê deriyê jiyana azad vekin
Çalakgerê greva birçîbûnê Ozkan Ozdemîr jî got, “Hemû saziyên Kurdan di bin êrişan de ne. Îro li Ewrûpayê jî Mezopotamya û Mîr Muzîk tên girtin. Li ser rêzdar Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Li dijî vê tecrîdê, berxwedaneke mezin heye. Em dizanin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê em ê deriyê jiyaneke azad û demokratîk vekin.”
Encûmena Şaredariya Parîsê û berdevka Partiya Çep, Danielle Simonnet jî got, “Divê hûn zanibin ku, ji şerê we yê polîtîk em gelek tiştan hîn bûn. Ez femînîst im lê di vî warî de ji jinên Kurd ez gelek tiştan hîn bûm.”
Di axaftinên kongreyê de hate diyarkirin ku têkoşîna li Fransayê û Ewrûpayê qels e û divê berxwedan were xurtkirin.
Di kongreyê de piştî ku rapor hatin xwendin û nîqaşkirin, Desteya Dsîplînê, Desteya Venêrînê û Dîwana Serokatiyê hate hilbijartin.
Ji bo Hevserokatiya CDK-F´yê jî Lokman Kanar û Fevziye Erdemîrcî hatin hilbijartin. n PARÎS